Akademîsyenan serdana HDP'ê kirin: Divê bloka antîfaşîst bê avakirin

Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê serdana HDP'ê kir. Ji endamên akademiyê Sevîlay Çelenk got, "Divê bloka antîfaşîst bê avakirin." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî got, "Eger em bi hev re tevbigerin wê zûtir dawî li wan bê."

Serdanên piştevaniya HDP'ê yên li dijî operasyona qirkirina siyasî hatin lidarxistin, dewam dikin. Heyeteke ji endamên Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê (ADA), serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kir. Heyet ji aliyê Hevserokê Giştî HDP'ê yê Mîthat Sancar û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de endama ADA’yê Akademîsyena Aştiyê Sevîlay Çelenk, axivî û diyar kir ku bi operasyona li dijî HDP'ê ji muxalefetê re peyam tê dayîn û wiha got: "Operasyon li dijî me hemûyan e. Tê xwestin ku muxalefet bitirse. Lê piştgirî nîşan didin ku operasyon hatiye têkbirin. Pêwîstiya me bi avakirina bloka antîfaşîst heye. Pêwîstiya bi vê yekê niha baştir tê fêhmkirin. Lewma em bi we re ne."

Hevserokê Giştî HDP’ê yê Mîthat Sancar, derbarê operasyonê de agahî da heyetê û bal kişand ser têkoşîna hevpar û got ku plana dîzaynkirina civakê ya desthilat dikare ji aliyê hêzên civakî bê rawestandin.

Sancar destnîşan kir ku eger ew bi hev re tevbigerin wê zûtir dawî li desthilatdariya heyî bê anîn.

Her wiha ji ber serdana wan Sancar spasiya endamên heyetê kir.