Ajana MÎT'ê Yazgan, li Bremenê bi Agarê JÎTEM'ê re civiya

Derket holê ku Serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan ji ber ku bi MÎT'ê re kar kiriye ji wezifeyê hatibû girtin, di rojên derbasbûyî de li bajarê Bremenê bi Abdullah Agarê JÎTEMê re civiyaye.

Rojnameya 'Welt am Sonntag' roja Yekşema borî ragihandibû ku serkomîsera bi eslê xwe Tirk li Eyaleta Hessen kar dikir bi ajanên MÎT'ê yên li Elmanyayê re civiyaye û ji ber jî têkildarî vê karmendê lêpirsîn hatiye destpêkirin. ANF'ê beriya rojekê ragihandibû ku ev serkomîser Dondu Yazgan e û herî dawî li bajarê Wîesbadenê li beşa “polîstiya entegrasyonê” dixebitî.

Hat hînbûn, beriya ku nasnameya Yazgan were deşîfrekirin û rojnameya “Welt am Sonntag”ê lêpirsîna têkildarî wê biweşîne, Yazgan bi Abdûllah Agarê JÎTEM’ê re civiyaye. Abdûllah Agar tîmekî kevn ê taybet ê dewleta Tirk e.

Hevdîtina di navbera Yazgan û Agar di 22’ê Tîrmehê roja Şemiyê saet di 18.00-20.00’an de li Bremenê hatiye kirin. Çavkaniyên li Bremenê yên ku agahî dan ANF’ê ragihandin ku Yazgan tevî du zarokan beşdarî hevdîtinê bûye û Agar jê re gotiye “Xwe li ber nexin, hûn ji bo me keseke mûhteşem in. We karên gelekî girîng meşandiye.”

Tê meraqkirin ku Agar bi çi nêtê hatiye Elmanyayê û di 24’ê Tîrmehê de ji beşa Elmanî ya RT’yê re axiviye. Kesê ku bi Abdûllah Agar hevdîtin kiriye jî nûçegîhanê Berlînê yê RT’yê Alî Ozkokê AKP’yî ye.

Abdûllah Agar ê ku xwe “pisporê ewlekariyê” dide naskirin, gelek salan li Kurdistanê di bin banê JÎTEM û tîmên taybet de xebitiye.  Bi wêneyekî ku wî bi xwe par ve kiribû ku ew di ekîba Tumgeneral Aydogan Aydin de ye. Helîkoptera Aydogan Aydin ji aliyê HPG’ê ve li Şirnexê hatibû xistin.

ÎDÎAYA KU “JI BO PARASTINÊ DEM DANE YAZGANÊ”

Piştî nûçeya ANF’ê malpera “ehemedya” ya nêzî AKP’ê diyar kir ku Yazgan heke bi belgeyan îspat bike ku ew keseke paqij e, dibe ku dîsa vegere ser karê xwe.

DONDU YAZGAN HER DEM DIÇÛ ENQEREYÊ

Dondu Yazgan a ku di gerînendetiya emniyetê ya Elmanyayê de bi salan e dixebite, gelek caran diçû Enqereyê. Li gorî arşîva çapemeniya Tirk di 10 salên dawîn de salê du caran Yazgan çûye Enqereyê.