Agirê Newrozê li Ermenistanê hate dadan

Agirê Newrozê li navçeya Oktemberyan a Ermenistanê hate dadan.

Kurdên li Elegezê û gundê Araksê yê navçeya Oktemberiyan a Ermenistanê Newroz pîroz kirin. Li gundê Araksê yê navçeya Oktemberyanê agirê Newrozê li ber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Newroz pîroz be' hate dadan. Girseya gel li ber agirê Newrozê govend gerand.

Piştî pêxistina agirê Newrozê bavê Şehîd Rûken, Milo û endama Komîteya Yekîtiya Jİnên Azad Şîrîn Kalaşiyan axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku ew bawer dikin Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Newroz wê li paytext Erîvanê jî di 25'ê Adarê de bi rengekî navendî bê pîrozkirin.