AGÎF'ê bang li her kesî kir ku roja Şemiyê li Dusseldorfê bin

AGÎF'ê hikumeta Merkel şermezar kir ku ji bo xatirê AKP'ê Festîvala Çanda Kurd qedexe kir û bang li her kesî kir ku roja Şemiyê biçin Dusseldorfê.

Federasyona Karkeran a Koçber li Elmanyayê (AGÎF) li ser 26. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku hate 'qedexe'kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Elman Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 26. ji bo xatirê desthilatdariya AKP'ê ya faşîst qedexe kir" û hate gotin, "Hikumeta Merkel ku bazara qirêj û têkiliyên tarî yên bi dewleta Tirk re li ser dijminatiya li Kurdan kûr dike, bi vê helwesta xwe ya siyasî re careke din bi kêrî dewleta Tirk a faşîst a dest bi xwîn hatiye."

'TAWÎZA SOSRET'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev biryara siyasî ya ku beriya serdana Erdogan ê faşîst a li Elmanyayê hate wergirtin, tawîzeke sosret e ku ji dîktator re hatiye dayin. Ev biryara qedexekirinê ku li ser daxwaza dewleta Tirk hate girtin, ji bo welatekî ku îdîa dike ew li gorî pîvanên demokratîk tevdigere û baş zane bê belayê faşîzmê tê çi wateyê, cihê fikaran e. Fatûreya têkiliyên qirêj ên siyasî yên dewleta Elman ên bi dewleta Tirk re dîsa li gelê Kurd hatiye birîn."

BANG

Di dawiya daxuyaniya AGÎF'ê de hate gotin, "Li dijî vê helwesta kêfî û antî demokratîk a dewleta Elman, em bang li karker û kedkarên koçber dikin ku beşdarî mîtînga li Platz des Landtagsê bibin."