Acar li Cizîrê hat definkirin
Acar li Cizîrê hat definkirin
Acar li Cizîrê hat definkirin
Firat Acar ê YPG’î ku li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî îro li navçeya Cizîr a Şirnexê hate definkirin. Li navçeyê ji ber cenaze dikan nehatin vekirin.
Li ser cadeya Hezexê nêzî 20 hezar kesî cenazeyê Acar pêşwazî kirin û anîn navçeyê, li terqarê ya Dortyolê bi hezaran kesî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Bênavber dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî Ocalan" hatin berzkirin û alên PKK û YPG’ê hatin hildan. Cenazeyê Acar piştre bi girseyî birin Şehîdgeha Cizîrê û hat definkirin.