AABK: Elewî wê destekê bidin HDP'ê
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê (AABK) ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê banga têkoşîna hevpar kir û ragihand ku wê destekê bidin HDP'ê.
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê (AABK) ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê banga têkoşîna hevpar kir û ragihand ku wê destekê bidin HDP'ê.
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê (AABK) li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê îro daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de Elewî, hemû hindikahiyên li derveyî senteza Tirk-Îslamê dimînin, di nava xeteriyeke mezin de ne" û işaret bi berpirsyariya AKP'ê ya ji rijandina xwînê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate kirin.
Di daxuyaniya AABK de hate gotin, "Rê û rêbaza sekinandina rijandina xwînê û qutkirina desteka ji bo rêxistinên terorê yên mîna DAÎŞ'ê, dûrxistina AKP'ê ya ji desthilatdariyê ye."
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan û AKP astengiya herî mezin e li pêşiya xwişk û biratiya gelan.
Di dawiya daxuyaniya AABK'ê de hate gotin, "Em bang li canên xwe; li hêzên demokrasî, laîk û alîgirên welatîbûna wekhev dikin ku têkoşîneke hevpar bidin. Elewî wê cihê xwe di nava bloka ked û demokrasiyê de bigirin."