Ûca: Bersiva me ji bo qirkirinê wê avakirina statûya Şengalê be
Wekîla HDP’î Ûca got, bi xweparastin û statûyê wê bersiv ji bo Qirkirina Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê were dayin. Ûca bang li Êzîdiyan kir ku vegerin Şengalê.
Wekîla HDP’î Ûca got, bi xweparastin û statûyê wê bersiv ji bo Qirkirina Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê were dayin. Ûca bang li Êzîdiyan kir ku vegerin Şengalê.
Wekîla Êzîdî ya HDP’î Feleknas Ûca diyar kir ku di salvegera 3. a Qirkirina Şengalê trajedî ji gelek hêlan ve berdewam e û got, xweparastin û rêxistiniya xurtir bersiva qirkirinê ye. Ûca got li ser Şengalê dek û dolabên gemarî hene û got, tekana rêya xilasiyê yekîtiya Êzidyan e.
Ûca dagirkirina Şengalê û di salvegera qirkirinê de tişta ku divê were kirin ji ANF’ê re got.
‘FERMANA HERÎ MEZIN DAGIRKERIYA DAIŞ’Ê BÛ’
Ûca kesên ku di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got di dîroka Êzîdiyan de bi qasî ku tê zanîn 72 ferman rabûne û belkî jî hê bi sedan ferman hebin ku hê nayên zanîn. Ûca got, ‘ Lê fermana herî biêş, herî mezin fermana çeteyên DAIŞ’ê bû.’ Ûca got hê bi sedan jinên Êzîdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de êsîr in, li bazaran têne firotin û bal kişande ser bi hezaran Êzidiyên ku nikarin vegerin Şengalê û hê jî avanebûna Şengalê. Ûca got piraniya jinên Êzîdî firotine welatên wekî Urdun, Misir, Tirkiyê û nêzî 3 hezar jinên Êzîdî jî di destê çeteyan de êsîr in.
’12 PKK’YIYAN BI LEHENGÎ RIZGAR KIRIN’
Ûca got bi qirkirina 3’yê Tebaxê re çeteyên DAIŞ’ê dabûne ber xwe ku Şengalê bi temamî ji Êzidiyan vala bikin, piştî qirkirinê nêzî 450 hezar Êzîdî li hin bajarên Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û 150 hezar jê bi berxwedan bi lehengî ya 12 şervanên HPG’ê li Çiyayê Şengalê hatine rizgakirin. Ûca bi domdarî got YPG’ê bi berxwedana mezin a li Rojava ji bo civaka Êzîdî korîdorek vekirine û Êzîdî ji Çiyayê Şengalê daketine, bi rengekî ewle ji wê korîdorê derbasî Rojava bûne.
‘BERSIVA LI QIRKIRINÊ BÛ BERXWEDAN’
Ûca diyar kir bi sedan Êzîdî ji tîna û birçîna mirine û diyar kir gelek kes bûye şahid ku jinên Êzîdî ji bo ku bi saxî nekevin destê DAIŞ’ê li Çiyayê Şengalê xwe ji zinaran avêtine. Ûca diyar kir piştî qirkirinê berxwedaniyeke mezin hatiye kiyrin, bi rêxistinî û têkoşîneke mezin bersiv ji bo qirkirina Şengalê hatiye dayin. Ûca diyar kir bi hezraan jinên Êzîdî îro li Çiyayê Şengalê di nav berxwedana xweparastinê de ne û meclîsên jin, ciwanan û gel hatine avkirin. Ûca diyar kir ku radyo, tv û organên çapemeniyê hatine avakirin, li Şengalê ku dihate xwestin ji Êzîdiyan vala bikin, niha Şengal ji bo Êzîdiyan bûye qadeke wiha ku çanda xwe, nasnameya xwe lê diparêzin û rêxistiniya wê dikin.
‘LÎSTIKÊN GEMARÎ YÊN PDK’Ê DIDOMIN’
Ûca diyar kir ku Êzîdî xwedî bawerî û çandeke qedîm in û ji bo vê jî bi rengekî xurt li xwe ber xwe dane. Ûca diyar kir dewleta Tirk piştî azadbûna Şengalê dest bi êrîş û gefan kiriye û îro jî dewleta Tirk êrîşê bi ser Şengalê de dibe. Ûca diyar kir weke dewleta Tirk, Îran, hikûmeta Iraqê û PDK jî li ser Şengalê û Êzidiyan êrîşan tîne û wiha domand: ‘’Her kesî li şûna ku birîna Şengalê derman bikin bêhtir kûr kirin. Îro jî li Bexda û navendên PDK’ê ji bo ku civaka Şengalê û Êzîdî bê statû werin hiştin xebat têne kirin.’’
'DIXWAZIN CEWHERA KURDISTANÊ TINE BIKIN'
Ûca diyar kir, paqijkirina Şengalê ji Êzidiyan tê wateya valakirina erdnîgariya Kurdistanê û got, "Êzidî cewhera gelê Kurd e. Bi belavkirina Êzidiyan dixwazin cewhera Kurdistanê tine bikin. Armanca wan tinekirina nasname û çanda Kurd e."Ûca anî ziman, bi belavkirina civaka Êzidî li çar aliyên cîhanê dixwazin bê rêxistin û ji yekîtiyê bêpar bihêlin û diyar kir, beşeke mezin a Êzidiyên piştî komkujiyê li gelek herêman belav bûne, hê venegeriyane Şengalê.
'ZEXTA DEWLETÊ ZÊDE DIBE'
Ûca diyar kir, di salvegera komkujiyê de wan careke din dijminatiya dewleta Tirk a li civaka Êzidî dîtine û wiha dewam kir: "Hê çend roj berê Êzidiyên li kampa AFAD'ê diman ji kampê avêtin. Di encama zexta raya giştî û hewldanên me de niha li kampê vegerandin." Feleknas Ûca da zanîn, ku li kampên dewleta Tirk zexteke giran û nîjadperestî li Êzidiyan tê kirin û destnîşan kir, nêzîkatiya dewleta Tirk a li Êzidiyan ne kêmî ya çeteyên DAIŞ'ê ye.
'DIVÊ ÊZIDÎ BIRYARA XWE BI XWE BIDIN'
Parlamentera HDP'yî Feleknas Ûca işaret bi girîngiya rêxistinbûna civaka Êzidî kir û got, pêwîstiya civaka Êzidî bi rengekî lezgînî bi sîstemeke rêxistinbûyî heye ku biryarên xwe bi xwe bidin. Ûca wiha dewam kir: "Eger Êzidî naxwazin careke din ferman li wan rabe, divê xwe biparêzin. Rêxistinbûna xwe mezin bikin û li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe bidin. Divê hevgirtî bin û li her qadê bi hev re tevbigerin."Ûca diyar kir, ji ber kêmasiya rêxistinbûna Êzidiyan her tim ferman li wan rabûye û destnîşan kir, ku ji bo dawî li vê dîroka bi êş û giran were anîn, divê civaka Êzidî dersê derxîne, bibe yek û li ber xwe bide.
VEGERA LI ŞENGALÊ
Parlamentera Ûca bal kişand ser girîngiya vegera Şengaliyên ji Şengalê derketine û anî ziman, ku divê gel li Şengalê vegere, jiyana xwe ji nû ve ava bike û xwe biparêze. Ûca destnîşan kir, ku bersiva herî baş a li komkujiyê wê vegera li Şengalê û avakirina jiyaneke nû be.