Şîmşek: Divê em eniyek dij bi şer ava bikin

Sekretera Malî ya KESK'ê Gonul Kûral Şîmşek anî ziman ku sedema xizaniya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ye û got, divê eniyeke xurt li dijî şer bê avakirin.

Sekretera Malî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gonul Kûral Şîmşek ji ANF'ê re axivî.

Şîmşek bi bîr xist ku beşeke mezin a budçeya sala 2022'an ji şer re hatiye veqetandin û got, "AKP ji ber ku kêm dike, bi polîtîkayên şer, bi gotinên neteweperestiyê kedkaran ji hev cihê dike û bi vî rengî hewl dide dengê xwe zêde bike. Lê belê polîtîkayên şer, operasyonên li derveyî sînor êdî li nava kedkaran nayê qebûlkirin. Rojeva sereke ya kedkaran krîza aborî ye."

DI BINÊ SÎNORÊ XIZANIYÊ DE NE

Şîmşek ragihand ku polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê li aliyê sermayeyê ye û wiha dewam kir, "Gotinên welê bi kar tînin mîna ku dostê kedkaran e. Lê belê ji ber polîtîkayên wê yên aboriyê cudahiya navbera dewlemend û xizanan zêde dike. Kedkarên cemaweriyê di bin sînorê xizaniyê de ne. Mûçeyê kêmtirîn di nava çend mehan de gihîşt asta bêhikum. Eger dema bê di van polîtîkayan de israr bike wê xizanî zêde bibe, mûçe bêhtir bêbandor bibe."

DESTHILATDARÎ DIJMINAN DIAFIRÎNE

Şîmşek anî ziman ku desthilatdarî li hundir û derve dijminan ji xwe re diafirîne, bi vî rengî xwe ji kaosê xwedî dike û wiha dewam kir, "Tiştekî cuda di dest de nemaye ku bi kar bîne. Dema ku pêvajoya hilbijartinê da destpêkirin wê bixwaze ku vê zêdetir bike. Em mînakên vê jî dibînin; vekirina dosya Gezî, cezayê li Canan Kaftancioglû hate birîn, guhertinên nû yên di qanûna çapemeniyê de hatin kirin, zexta li muxalîfan. Ev hemû nîşan didin ku desthilatdarî çiqasî tengav bûye. Li Amedê girtina 16 rojnamevanan jî parçeyek ji vê yekê ye."

KEDKAR DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN

Sekretera Malî ya KESK'ê Gonul Kûral Şîmşek destnîşan kir ku divê kedkar nekevin xefika desthilatdariyê û işaret bi girîngiya helwesteke hevpar a li dijî şer kir: "Kedkarên Kurd, Tirk, Ereb û ji her miletî ji bilî têkoşîneke hevpar şensekî xwe yê cuda nîne. Heta ku em helwestekê li dijî şer nîşan nedin, heta ku em eniyeke xurt li dijî şer ava nekin, kedkar wê timî ji hev bêne cudakirin."