Şewata ji ber leşkerên Tirk li Pîranê agir bi daristanê xistibû, hê jî nehatiye tefandin

Li Pîranê 10 roj berê dema ku leşkerên Tirk di operasyona leşkerî de agir bi daristanê xistibû, hê jî nehatiye tefandin.

10 roj berê leşkerên Tirk piştî operasyona leşkerî li pêşa Çiyayê Gorse yê gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê ya Amedê agir bi daristanê xistibû. Şewata li daristanê hê jî nehatiye tefandin.

 Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin; şewata ku duh êvarê gur bûye îro dane sibehê piçekî vemiriye lê hat ragihandin şewat li cihan didome. Hat diyarkirin ku şewatê qadeke berfireh kiriye xwelî.

Li aliyê din hat ragihandin ku şewata ji Pîranê derbasî gundên Nerbiş û Wişkala yên navçeya Miyaran a Xarpêtê bûye û ev şewat jî hê didome.