Şeva piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê, ji bo piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re şevek hate lidarxistin.

Şeva piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re li taxa ZSchlîeren a bajarê Zurîch ê Swîsreyê pêk hat.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê hejmara tevlîbûnê hate diyarkirin, lewma 300 kes tevlî bûn.

Li salona ku wêneyên şehîdên çapemeniyê hatin daliqandin, ji ber şewbê mesafeya fîzîkî hate destnîşankirin û beşdaran maske danîn ber devê xwe.

Di destpêka şevê de Mahmût Seven axivî û bi bîr xist ku mêtingerên li Kurdistanê medyayê weke amûreke herî bêexlaq bi kar tînin.

Mahmût Seven diyar kir ku ew jî bi rêya rojnameya xwe ya bi Kurdî û Tirkî hewl didin li Ewropayê rûyê rast ê derewîn ê desthilatdariya AKP-MHP'ê eşkere bikin û got, "Li dijî teslîmiyeta ku serdest li gelê Kurd û mirovahiyê ferz dikin, eniyeke girîng a berxwedanê çapemeniya aad e."

Mahmût Seven ragihand ku çapemeniya azad bi gel re ye, li dijî zilmê balê dikişîne ser berxwedan û berxwedêran û ji bo xurtkirina rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga abonetiyê kir.

Piştre Ozan Emekçî derkete ser dikê û ji bo xwedîderketina li rojnameyê bang kir.

Li dû stranên Ozan Emekçî, Koma Şano ya Zurîchê li ser zextên li çapemeniya azad tên kirin skeç nîşan da.

Ji nivîskarên rojnameyê Ferda Çetîn dûre axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.

Ferda Çetîn hevkariya rêveberiya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re bi bîr xist û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd nikarin biqedînin. Lê belê ev yek wê dawî li hêzên tasfiyekar ên li Başûr bîne."

Di dawiyê de jî stranbêja Fransayî Eleonore Foûrnîaû bi Kurdî û Tirkî stranên xwe pêşkêş kir.