Şervana YPJ’ê Sozdar Bawer li Lozanê hate bibîranîn
Ji bo şervana YPJ’ê Sozdar Bawer (Sozar Îsmaîl) a ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de di 22’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dabû û 5 şervanên din li bajarê Lozanê yê Swîsreyê şîn hate danîn.
Ji bo şervana YPJ’ê Sozdar Bawer (Sozar Îsmaîl) a ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de di 22’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dabû û 5 şervanên din li bajarê Lozanê yê Swîsreyê şîn hate danîn.
Li Navenda Civakî ya Kurdistaniyên Demokratîk a Lozanê şîn hate danîn û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.
Piştî rêzgirtina deqîqeyekê xizmên Bawer axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Sozdar Bawer şehîda gelê Kurd e. Malbatê bal kişand ser girêdayîna bi wê re û bilindkirina têkoşînê.
Li ser navê Navenda Civakî ya Kurdistaniyên Demokratîk a Lozanê, Meclîsa Jinan û Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.