Şehîdên Kulî û Tatosê li Dortmûndê hatin bîranîn

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, şehîdên gundên Kulî û Tatos ên Erzîromê hatin bîranîn.

Bîranîna şehîdên gundên Kulî û Tatosê yên Erzîromê ji aliyê Meclîsa Gundê Kulî û KOMAW'ê ve hate organîzekirin.

Di şexsê şehîd Îsmaîl Sever (Welat), Yûnûs Sever (Erez), Abdullselam Kîsaer (Codkar), Ayhan Çuruk (Ferhat), Brûsk, Abdulkerîm (Cemîl), Saîd Ozturk (Serhat), Erdal Ozturk (Delîl), Yolcû Çuruk, Mahfûs Demîr (Mervan) û Bedirxan Derîn de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn.

Bi navê NAV-DEM, KOMAW, Tevgera Jinên Kurd û Meclîsa Gundê Kulî axaftin hate kirin.

Ji Meclîsa Gundê Kulî Menderes Sever diyar kir ku di şexsê şehîdên Kulî û Tatosê de ew hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û wê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.

Qisekeran işaret bi polîtîkayên dewleta AKP-Erdogan ên li dijî gelê Kurd kirin û ji her kesî xwestin ku li hemberî vê yekê hişyar bin. Hat destnîşankirin ku gelê Kurd ê polîtîkayên dewleta Tirk heta niha pûç kiriye, wê ji niha û pê ve jî van planên qirêj bi çalakî û rêxistinbûna xwe pûç bike.

Bavê du şehîdan Apê Hecî Cemîl jî li merasîmê helbesta li ser şehîdan xwend û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

Di merasîmê de ku Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli jî tevlî bû, ji bo bîranîna şehîdan mewlûda bi Kurdî hate xwendin.