Şehîdên Asûrî-Suryanî hatin bîranîn
Sazî û Rêxistinên Asûriyan ên li Swêdê, di salvegera komkujiya Simele de li Stockholmê çalakiyeke hevpar lidar xistin û şehîdên xwe bi bîr anîn.
Sazî û Rêxistinên Asûriyan ên li Swêdê, di salvegera komkujiya Simele de li Stockholmê çalakiyeke hevpar lidar xistin û şehîdên xwe bi bîr anîn.
Bi navê Tevgera Demokratîk a Asûriyan Yalda Marogal axivî û bibîr xist, ku dewletên li herêmê serdest bûn, ji bo gelê Asûrî-Suryanî ji holê rakin serî li komkujî û qirkirinê dan û di vê çarçoveyê de dewleta Iraqê 7'ê Tebaxa 1933'an zêdeyî 3 hezar Asûrî-Suryanî kuştiye.
Marogel anî ziman, qirkirina di sala 1933'an de li simele li Asûrî-Suryaniyan hate kirin ya yekemîn nebû û bibîr xist, sala 1915'an dewleta Osmanî zêdeyî 1,5 mîlyon Ermenî, Asûrî-Suryanî û Rûmên Pontûs kuşt.
Marogel ragihand, qirkirinên berê ji aliyê dewletan ve dihatin kirin, îro ji aliyê çeteyên cîhadperest ên mîna DAIŞ'ê ve tê kirin. Di dewama axaftina xwe de Marogel diyar kir, beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê pêşmergeyên PDK'ê çekên di destê Asûrî-Suryanî û Êzidiyan de dane hev, piştre ji herêmê reviyane û bi vî rengî di qirkirinê de bûye şirîkê çeteyên DAIŞ'ê.
Marogel da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda hewl didin Asûrî-Suryaniyan û hindikahiyan ji holê rakin û işaret bi desteserkirina dêr, keşîşxane û goristanên Asûriî-Suryaniyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin desteserkirin, kir. Marogel got, "Gelê me wê destûrê nede ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê nirxên me talan bikin. Bi hemû hêza xwe gelê me wê li ber vê rabin."
Piştî axaftina Marogel helbestvanên Asûrî-Suryanî helbestên xwe yên li ser qurbaniyan xwendin. Her wiha fîlmekî li ser Asûrî-Suryanî û mirovên din ên sala 1915'an û 1933'an hatin kuştin, hate nîşandan.
Ji beşdarên çalakiya bîranînê Azîz Polî, Munîr Rhawî û rêveberê Navenda Çanda Asûriyan George Baryawno piştî çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.
Beşdaran anîn ziman, ku ji bo mirovên di têkoşîna ji bo gelê Asûrî-Suryanî de şehîd bûn neyên jibîrkirin û ji nifşên paşerojê re bên ragihandin, gelekî girîng e ku civînên bi vî rengî yên bîranînê bên lidarxistin.