Şehîdên Şengalê li gelek welatan hatin bîranîn

Şehîdên Şengalê li gelek bajarên Elmanya, Îtalya û Fransayê hatin bîranîn.

Kurdên li Ewropayê dijîn, di salvegera komkujiya Şengalê de daketin kolanan, şehîdên Şengalê bibîr anîn û DAIŞ, êrîşên çeteyan û xiyanet bi tundî şermezar kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, di salvegera komkujiya Şengalê de kujer û hevkarên wan hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de, ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Saarbruckenê ve hate organîzekirin, jinên Êzidî yên li Saarlandê kincên spî li xwe kirin û bi vî rengî tevlî bûn.

Saet 11:15 dema rûdana komkujiya Şengalê, deqeyek rêz hate girtin. Koma Dengê Mezopotamyayê, koma zarokan e li ser şehîdên Şengalê stranên xwe got. Serokê Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê Fîkret Îgrek jî li çalakiyê axivî, bal kişand ser xweseriyê û destnîşan kir, ku rêya herî maqûl û rast a Êzidiyan li Rojhilata Navîn bi reng û dengê xwe bijîn, xweserî ye.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmayayê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Qisekeran li vê derê şehîdên Şengalê bi bîr anîn û bi sedan belavokên bi zimanê Elmanî li ser komkujiyê belav kirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê standa agahdarkirinê hate vekirin. Li vê derê bi sedan belavok hatin belavkirin û têkildarî komkujiya Şengalê, jinên dîl hatine girtin agahî ji raya giştî re hate dayin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û NCDK, li ber bahnhofê çalakiyeke bîranînê lidar xistin. Di çalakiyê de li ser komkujiya Şengalê belavok hatin belavkirin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, di çalakiyê de bal hat kişandin ser rola PKK'ê ya di rizgakirina Şengalê de.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi pêşengiya Komeleya Munchenê ya Kurdisches Gesellschaftszentrum merasîma bîranînê hate lidarxistin. Li vê derê wêneyên komkujiya Şengalê hatin nîşandan û belavok hatin belavkirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, jin di salvegera 3. a komkujiya Şengalê de daketin qadan û mesaja "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin" dan.

Çalakî bi pêşengiay Yekîtiya Jinên Sosyalîst û TJK-Bordeaûxê li meydana Vîctorîa hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, şanoyek li ser jinên di komkujiya Şengalê de dîl hatin girtin û hatin rizgarkirin, hate nîşandan. Piştre li ser navê saziyên jinan daxuyanî hate dayin û hat gotin, "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin û jiyanê azad bikin."

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, bi pêşengiya tevgear jinê li meydana Comedîe çalakî pêk hat.

Li vê derê daxuyanî hate dayin û belavokên bi zimanê Fransî yên li ser Şengalê hatin belavkirin.

ÎTALYA

Li bajarê Lecce yê Îtalyayê di salvegera komkujiyê de çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin, ku ji bo lêkolînkirina komkujiya Şengalê komîsyonekê ava bikin û berpirsyaran bi cezayekî giran ceza bikin.