Şehîdê Licê Baran li Darmstadtê hate bîranîn
Ji bo Mehmet Dogan (Baran Salih Kiliç) û 3 gerîlayên HPG'ê ku meha bihurî li bejahiya navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê çalakiyeke biîranînê hate lidarxistin.
Ji bo Mehmet Dogan (Baran Salih Kiliç) û 3 gerîlayên HPG'ê ku meha bihurî li bejahiya navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê çalakiyeke biîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê dest pê kir. Xizmê şehîd Baran Îsa Yavûz li merasîmê axivî û got, "Baran şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Bila serê hemû Kurdan sax be."
Di merasîmê de sînevîzyonek li ser 18 salên jiyana gerîlatiyê ya şehîd Baran hate nîşandan. Merasîm bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.