Şehîd Alîşer Xelîkan li Grazê hate bîranîn

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, yek ji fermandarên HPG'ê Mehmet Korkmaz bi nasnav Alîşer Xelîkan ku 19'ê Kanûna 2017'an li Çewligê şehîd bû hate bîranîn.

Bi navê malbata Korkmaz Mûstafa Darsel li merasîma bîranînê axivî û got, "Şehîdê me şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê tevahiya gelê me sax be. Em ê dilsozê şehîdê xwe bin."

Piştî axaftina bi navê Tevgera Jinên Kurd, xizmekî ji malbata Şehîd Alîşer Xelîkan peyivî û diyar kir ku Kurdên li Anatoliya Navîn beriya bi sedan salan hatin sirgûnkirin û Alîşeran ji bo têkoşînê berê xwe dane Kurdistanê.

Di dawiya merasîMê de ji bo bîranîna Şehîd Alîşer Xelîkan xwarina xêrê hate dayin.