Şefê MÎT’ê yê li Elmanyayê terfî kir!

Sefîrê Frankfûrtê Îlhan Saygili yê ku têkiliya wî bi Dondu Yazgan heye, bû sefîrê Swîsreyê. Saygili yek ji şefê îstîxbarata Tirk a li  Elmanyayê ye.

Li gorî rapora îstîxbarata Elmanyayê ya li ser serkomîsera bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan,  Yazgan li Frankfûrt û Maînzê bi sefîran re diciviya.

Tê diyarkirin ku Îlhan Saygili yê ku di navbera salên 2008-2012’an de li Frankfûrtê Sefîr bû bi Dondu Yazgan re ji nêz ve dixebitîn.

Saygili û sîxura MÎT’ê Yazgan li başûrê Elmanyayê pêşengtiya îstîxbarata Tirk dikirin. Saygili di 14’ê Mijdara 2015’an de bû sefîrê Bernê yê Swîsreyê.

Saygili ji berê ve têkiliya wî bi ÛETD’ê heye ya ku rêxistina AKP’ê ya li Ewrûpayê ye û ji roja ku terfîyî Swîsreyê kiriye jî têkiliya xwe bi şaxên ÛETD’ê yên Swîsreyê jî heye.

‘AVAHIYA SEFÎRTIYÊ BÛYE NAVENDA MÎT’Ê’

Di Adara borî de rojnameya Tages Anzeîger a ku li Swîsreyê bi Elmanî weşanê dike diyar kiribû ku Sefîrtiya Tirkiyeyê ya li Bernê bûye navenda sîxurtiya MÎT’ê.

FENANÎ NÛNERÊ AKP’Ê DIXEBITE

Saygili yê ku têkiliya wî bi şaxa Swîsreyê ya ÛETD’ê heye gelek caran beşdarî civînên ÛETD’ê bûye û siyaseta AKP’ê dike. Serokê Şaxa Swîsreyê ya ÛETD’ê Mûrat Şahîn jî nêzî Saygili ye. Şahîn li Zurîhê êrîşî Cand Dundar kiribû piştre bûbû sîxurê Tirkiyeyê.

YAZGAN ALÎKARA WÎ YA HERÎ BAŞ BÛ

Saygili dema diçû kîjan vexwendinan Yazgan jî bi xwe re dibir. Saygili û Yazgan di 18’ê Tebaxa 2012’an de li Bad Hombûrgê di xwarinekê de hatibûn gel hev.