Însiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya Mijdarê eşkere kir

Însiyatîfa Zarokên Agir di meha Mijdarê de gelek cihên kar ên ku alîkarî didan dewleta Tirk dan ber agir.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya çalakiyên di meha Mijdarê de lidar xistîn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Me bersiva şewata bi agir da zalimên demê yên ku li dijî Kurdan pêkanînên derveyî mirovahiyê dikin”, û peyama “Em tolê ji yên ku alîkariyê didin artêşa Tirk a terorîst distînin” dan.

‘ERKA HER KURDEKÊ HEYE’

Însiyatîfê got: “Erk û berpirsyartiya her Kurdek welatparêz ê ku şehidiya van qirkirina dike heye” û wiha pêde çû:

“Her Kurdek xwedî şeref û namûs, pêwîste bi şewitandina her tiştekê wan vî agirî geş bike. Di meha Mijdarê de me mal, cihên kar, depo, kargehên çekan, cihên tûrîstîk û wasayîtên hevkarên AKP-MHP ya dijminê Kurdan kirin xwelî. Tu jî cihekê bişewitîne! Tu jî agirê azadî û tolhildanê mezin bike! Yên ku çirûskên tolhildanê nikare agirê azadiyê bidest bêxe!”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 120 cihên weke; cihên kar, wesayît, qadên leşkerî û keştî şewitandine.