Însiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya meha Îlonê eşkere kir
Însiyatîfa zarokên Agir ragihand ku di nava meha Îlonê de li gelek bajaran bi kêmanî 12 fabrîqe, 13 depo, 53 wesayît, bi dehan cihên li kampên MÎT’ê şewitandine.
Însiyatîfa zarokên Agir ragihand ku di nava meha Îlonê de li gelek bajaran bi kêmanî 12 fabrîqe, 13 depo, 53 wesayît, bi dehan cihên li kampên MÎT’ê şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir, bîlançoya meha Îlonê eşkere kir. Însiyatîfê got: “Tolhildan, dem dema azadiya Kurdistanê ye.”
Însiyatîfê bi domdarî got: “Ji bo rakirina koledariya sed salî, divê tol bê rakirin.”
Di dewama daxuyaniyê de bîlanço hate ragihandin û ev agahî hatin parvekirin:
“Di nava mehekê de 12 fabrîqe, 13 depo, 8 dikan, 2 avahî, 53 wesayît, 2 AVM, Kampeke MÎT’ê, restorantek û rêyek jî di nav de bi dehan cih hatin şewitandin.”