Înîsiyatîfa Zarokên Agir fabrîkeyek û tesîsek şewitand

Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Stenbolê fabrîkeyek û li Bûrsayê jî tesîseke veguherandinê şewitand.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir di 14’ê Îlonê e li navçeya Yildirim a Bûrsayê wan tesîsa veguherandinê ya bi navê Ortem a AKP’yiyan şewitandine.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 13’ê Îlonê de li Bahçelîevlera Stenbolê wan fabrîkeya ‘SAGLAMTEX’ a nivîn û bazayan a AKP’yiyan şewitandine.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ‘pêngava rûxandinê’ ya ku wan demek berê dabû destpêkirin, bi bîr xist û got “Heta ku em faşîzma AKP û MHP’ê birûxînin, em ê şewitandinan bidomînin.”