Înîsîyatîfa Zarokên Agir fabrîkeyek û gelek wesayît şewitand
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Denîzlî, Osmaniye, Tekîrdag, Çorlû û Îzmîrê gelek cihên faşîstan şewitandine.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Denîzlî, Osmaniye, Tekîrdag, Çorlû û Îzmîrê gelek cihên faşîstan şewitandine.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan ev çalakiyên şewitandinê di 17’ê Adarê de kirine.
Li gorî daxuyaniyê di 17’ê Adarê de li Înegola Bûrsayê fabrîkeya mobîlyeyan a AKP’yiyan şewitandine û bi qasî 2 milyon lîra xisar dane fabrîkeyê.
Înîsîyatîfê diyar kir ku di heman rojê de li Denîzliyê avahiya aîdî Midûriyeta Bajêr a AFAD’ê û li Osmaniyeyê jî sê wesayîtan faşîstan hatine şewitandin.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li Çorlûya Tekîrdagê Komeleya Dadaşan û tax bê elektrîk hate hiştin, li ser otobana Îzmîr-Aydinê jî wesayîta MHP’yiyekî hate şewitandin.