Înîsiyatîfa Zarokên Agir agir berdan sê kargeh, keştî û otobusekê

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li çar bajaran agir berdan keştiyekê, otobusekê, febrîqeyekê, kargehekê û atolyeyekê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfê de hate ragihandin ku bûyerên şewitandinê li Kastamonû, Manîsa, Antalya û Sakaryayê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"14'ê Tebaxa 2024'an li Cîde ya Kastamonûyê keştiyek û otobuseke rêwiyan a faşîstan hatin şewitandin.

14'ê Tebaxa 2024'an li Alaşehîr a Manîsayê kargeheke tirî hate şewitandin.

15'ê Tebaxa 2024'an li Kepez a Antalyayê kargeheke ku malzemeyên îzolasyonê çêdikir hate şewitandin.

15'ê Tebaxa 2024'an li Akyazi ya Sakaryayê atolyekek hate şewitandin."