Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan re: Leyla Guven rûmeta me ye

Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan ya Marmarayê xwest li pêşiya walîtiya Stenbolê çalakiyê li dar bixe. Piştî ku çalakî hate qedexekirin, endamên înîsîyatîfê heta Sîrkeciyê meşiyan.

Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan ya Marmarayê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, xwest li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bide. Piştî ku hate diyarkirin ku çalakiya li pêşiya walîtiya Stenbolê jî hatiye qedexekirin, endamên înîsîyatîfê xwestin bi walî Alî Yerlîkaya re hevdîtinekê bikin.

Piştî ku polîsan daxuyaniya li pêşiya walîtiya Stenbolê jî asteng kir, endamên înîsîyatîfê heta Qada Sîrkeciyê meşiyan.

Girse bi sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ meşiya û dema hatin qadê polîsan dîsa ew asteng kirin.