Înîsîyafîta Nor Zartonkê: Tirkiye aloziyê zêdetir dike
Înîsîyatîfa Nor Zartonkê diyar kir ku di şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, Tirkiye aloziyan zêdetir dike û cîhadîstên li Sûriyeyê yên girêdayî xwe dişîne herêmê.
Înîsîyatîfa Nor Zartonkê diyar kir ku di şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, Tirkiye aloziyan zêdetir dike û cîhadîstên li Sûriyeyê yên girêdayî xwe dişîne herêmê.
Înîsîyatîfa Nor Zartonkê derbarê şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de yê ku di 27’ê Îlonê de dîsa dest pê kir, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ajansa Anadolûyê nûçeyên derew û ne rast diweşîne.
Înîsîyatîfê diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan şer sor dike û got, “Hikumeta Erdogan aloziya ku tê de ye, dixwaze bi polîtîkayên êrîşkar derbas bike. Ev tiştên pêk tên dûmahîka polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Sûriye, Lîbya û Rojhilatê Behra Spî ye. Tirkiye bi tenê alîkarî û piştgiriya çek û leşkeran nade Azerbaycanê, di heman demê de cîhadîstên li Sûriyeyê yên girêdayî xwe jî şandiye herêmê.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî partiyên mûxalif ên li derveyî HDP’ê hate nîşandan û hate diyarkirin ku ev partî piştgiriyê didin polîtîkayên Tirkiyeyê yên dixwaze herêmeke berfireh bide ber xwe.