Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî destgîrkirina Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku serê sibehê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin, daxuyaniyek weşandin.
Daxuyanî bi sernavê, "Hevserokê me û endamê me yê Desteya Damezrîner Ozturk Turkdogan divê tavilê bê berdan" hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Ozturk Turkdogan ji sala 2008'an ve 13 sal in bi rengekî bênavber serokatiya ÎHD'ê dike û hate gotin, "Demeke kurt piştî axaftina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya li Meclîsê, ku ÎHD kir hedef, her wiha 2 hefte piştî parvekirin 'Plana çalakiyê ya Mafên Mirovan' hate destgîrkirin, ku ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê tavilê dawî li vê kiryara nehiqûqî bê anîn û hevserokê me û endamê me yê desteya damezrîner Ozturk Turkdogan bê berdan."