ÎHD: Tirkiye li dijî koçberan sûcekî mezin kir

ÎHD’ê got: “Bê ku mutabeqatek bê îmzekirin şandina koçberana a ser sînor û nuqteyên bi metirsîdar, dîsa ku mirinê çêdibin li ber çav bê girtin, ev sûcekî mezin e.”

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî rewşa penaberên li sînorê Edîrne û Çanakkaleyê lêkolîn pêk anî û vê lêkolîna xwe kir raporek. Şaxa ÎHD’ê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê rapora wan a ji çavdêriyan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî rapor xwend.

Yolerî da zanîn ku du heyetên wan di 29’ê sibatê û 1’ê Adarê de li deriyên sînor ên Kapikûle, Pazarkûle, Bosnakoy û Îpsala û li deriyên sînor ên Ayvacik û Assosê lêkolînan pêk anîne.

Yolerî bal kişand ser peymana Cenevre ya 1951’an a ji bo penaberan û Tirkiye ji ber metirsiyên erdnîgarî statû nade penaberan. Yolerî çavdêriyên li herêma sînor ragihand û got: “Li her bi hostê ser sînor komên însanan hene. Polîs ji bilî penaberan li nasnameyên welatiyên din dipirsin. Me li ber deriyên sînor 3-5 hezar penaber dît. Xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Vê sibehê di êrişa bombeyên gazê ya Yewnanan de gelek kes birîndar bûne û dermankirin nehatiye kirin û ev jî metirsiya nexweşînan zêde dike.

Saziyên fermî ji bo mayîn, xwedîkirin û dermankirinê alîkarî nadin. Penaberên dixwazin vegerin Stenbolê jî bihayên zêde heqê rê ji wan tê xwestin. Li Deriyê Sînor e Pazarkûle nêzî 10 hezar penaber kom bûbûn. Penaber ji bo xwe ji sermayê biparêzin agir pê dixin. Hewa sar e û kelûpelên têra germkirinê û xwedîkirinê bike nîne.

Li herêma tampon gelek gelek zarok hene. Gelek zarok nexweş in. Ev însan bi hêvî û bendewariyek derketin ser rêyan. Lê tişta ku difikirîn nedîtin û hemû matmayî û bêçare mane. Heta bi wesayîtan diçin û jê şûn ve dimeşin heta deriyê sînor.

Hêjayî gotinê ye mirov dikare bêje ku revandin ango qaçaxiya însanan pêk tê. Penaber heke vegerin jî lê cihek ew ê li bi cih bibin nîne. Yanî malek wan jî nîne ku lê bimînin. Mirinê didin ber çavên xwe û diçin wî aliyê sînor. Bi hezar talûkeyan derbas dibin. Tu pêdiviyek wan mirovî naynin cih. Hin bêtir tên mexdûrkirin. Dema em mexdûriyetê, trajediyê û mirinên pêk tên didin ber çavan sûcek mezin tê kirin.”

Yolerî herî dawî got divê şertên jiyana mirovî ya pênaberan werin dabînkirin û daxwazan rêz kir.