ÎHD: Mirina Erdem ê 5 salî qeza nîne, kuştin e

ÎHD'ê ragihand ku Erdem Aşkan ê 5 salî ku li Geverê wesayita çawişê pispor ê Tirk lê ket û jiyana xwe ji dst da, qeza nîne, lê belê bûyereke kuştinê ye.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser kuştina Erdem Aşkan ê 5 salî daxuyaniyek weşand, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayita çawişekî pispor lê qelibî û hate qetilkirin.

'BI DEHAN ZAROK BI WESAYITÊN LEŞKERÊN TIRK JIYANA XWE JI DEST DAN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Geverê, zarokê bi navê Erdem Aşkan ê 5 salî, ji ber ku wesayita personelekî leşkerî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da. Dema ku li gel dayik û xwişk û birayên xwe bû, bûyer qewimî. Di deh salên dawî de bi dehan zarok bi wesayitên leşkerî jiyana xwe ji dest dan."

Di dewama daxuyaniyê de hate goint, "Bi navê Komeleya Mafên Mirovan me gelek caran hişyarî dan ku kiryarên van bûyeran bêceza têne hiştin, lê li ber çavan nehate girtin û mixabin zarok hîn jî di encama bûyerên bi vî rengî de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî me, mirina Erdem Aşkan ne qeza ye, lê bûyereke kuştinê ye."