ÎHD, KESK û Wexfa Aştiyê bertek nîşanî qirkirina siyasî da
ÎHD, KESK û Wexfa Aştiyê bertek nîşanî êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê dan.
ÎHD, KESK û Wexfa Aştiyê bertek nîşanî êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê dan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo piştevaniya li dijî êrîşên qirkirina siyasî serdana Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Heyeta ku Serokê Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî û rêveberên wê jî di nav de, ji aliyê hevserokên HDP’ê Elîf Bulut, Erdal Avci û endamên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Yolerî diyar kir ku ji aliyê hiquqî ve hêncetên wê nîne û got: “Li vir îradeya bi milyonan mirovan mijara gotinê ye.”
Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut jî got: “Em ne bêdeng û bi tenê ne. Li herêman wê xebatên me bidom in.”
BERTEK JI WEXFA AŞTÎ Û KESKÊ
Wexfa Aştiyê jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên qirkirina siyasî şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bê hiquqî, cudakarî, siyasî, pêkanînên keyfî û polîtîkayên li dijî HDP’ê hatîn, tê wateya êrîşa li dijî mafê bijartin-hilbijartinê, li ser mafê mûxalefeta demokratîk û li dijî ‘Demokrasiya Tirkiyê’ ye.”
Platforma Şaxên Wanê ya Konfedarasyona Sendikayên Kedkarên Civakî (KESK) jî di avahiya sendîkayê de daxuyanî da. Serokê Egîtim-Senê Murat Atabay got: “Em ê li beramberî dûrkirinên bi şêweyek der qanûnî û xespkirina qeyûman bin.”