ÎHD: Di sala 2020’an de binpêkirinên mafan di girtîgehên Egeyê de kûrtir bûn

Komîsyona Girtîgehan ya Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) di rapora binpêkirinên mafan a sala 2020 de diyar kir ku binpêkirinên mafan kûrtir dibin û belav dibin.

Komîsyona Girtîgehan ta ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan ên li Herêma Egeyê bi daxuyaniyek çapemeniyê parve kir.

Rapora ku di civîna li avahiya şaxa İHD’ê ya Konakê hat ragihandin, li ser bingeha serdanên girtiyên li girtîgehên herêmê, xizm û parêzerên wan hate amadekirin.

Serokê Şaxê Zafer Încîn ku rapor xwend diyar kir ku di sala 2020’an de binpêkirinên mafan li girtîgehan kûrtir û belav bûne.

Di raporê de hate bibîr xistin ku li 355 girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene û hate diyarkirin ku qanûnên nû jî binpêkirinên mafan kêm nekirine.

Di raporê de “Berevajî vê yekê, qanûnên ku dê vê rewşê zêde bikin hatine qebûl kirin. Hat îfade kirin ku divê pêşnîyarên ku ji aliyê ÎHD’ê ve hatine weşandin li ber çavan bên girtin û rêziknameyek înfazê ya li gorî mafê jiyanê û qedexeye cûdakarîkirinê guncav be were çêkirin ku wê binpêkirinên mafan û yên keyfî yên girtiyên di girtîgehan de pê re rû bi rû tên hiştin ji holê rabike.

Di raporê de ku balê dikişîne ser grevên birçîbûnê jî wiha hatiye gotin, "Grevên birçîbûnê ya ji bo girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê berê jî hatibû pêkanîn û bi bandora van grevan tecrîd bi rengekî demkî hate rakirin, lê qedexeya hevdîtinê ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve dîsa ket meriyetê. Ev rewş li dijî Rêgezên Mandela yê NY’ê, hişyariyarên CPT û Qanûna Înfazê ya hejimara 5275’an e. Divê ev kiryara neqanûnî di zûtirîn dem de ji hêla Wezareta Dadê ve were bidawîkirin û hevdîtinên bi hem parêzer hem jî malbatê werin kirin.”

Di raporê de her wiha ev jî hatine destnîşankirin: “Bi rakirina pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan, divê pêşî li kiryarên ku diberî qanûna qedexeya êşkence û muameleyên xirabin were girtin û li dijî berpirsan rêbazên lêpirsînê yên bi bandor werin bikar anîn. başkirinên ku armanca cezakirina di girtîgehan de wekî ku di peymanên navneteweyî de ku Tirkiye wan îmze kiriye hatiye diyarkirin û berevajî ji nû ve entegrebûna girtiyan ya nava civakê, di nava girtîgehan de hema hema wekî cezayê duyemîn têne bikar anîn. Ev pirsgirêk bi awayek eşkere binpêkirina qanûnên herêmî û peymanên navneteweyî ye.

Mijar û daxwazên ku di raporê de hatine eşkere kirin wiha hatine rêzkirin:

* Divê serîlêdan û gilî bêyî sînordanînê û tavilê ji rayedarên hewce re bêne şandin.

* Pêdivî ye ku mekanîzmayên edlî û îdarî li ser serlêdan û giliyan lêpirsînên bibandor bikin.

* Divê ji bo rejîma girtîgehê, şert û mercên fîzîkî û dermankirinên hatine sepandin, kontrolek bi bandor a îdarî û dadwerî were kirin.

* Pêwîste mafê girtiyan ê têkiliya bi malbat û cîhana derve re neyê astengkirin.

* Divê girtiyên li gorî qanûnên ku di asta navneteweyî û neteweyî ve hatine diyarkirin de bi qasî ku pêkan be sewqî girtîgehên nêzî malbat û parêzerên xwe bên kirin.

* Nêzîkatiyên ne li gorî sedemê yên mîna sînordarkirina rojname, kovar, radyo, cil û berg, name, pirtûk û hwd. divê werin terikandin.

* Divê mafê hevpeyivîn, name û parastina bi zimanê zikmakî bi şeklek qanûnî were dabîn kirin û astengiyên keyfî werin rakirin.

* Pêwîste ku lêgerîna li cih û li ser laş, ne li dijî rûmeta mirov be.

* Divê rêziknameyên qanûnî yên li dijî mafên mirovan di cezayên dîsîplînê de ku bûne amûrek ya şkandina vîna girtiyan werin rakirin û binpêkirinên hiqûqê yên çavkaniya xwe ji pratîkê digrin werin rakirin.

* Divê atmosferên îşkenceyê dide girtiyan tavilê were terikandin û bi girtiyan re bi rengek ku bi rûmeta mirovan re lihevhatî be, wekî ku huqûqa navneteweyî diyar dike nêzîkatî bê kirin.

* Divê rê li ber damezrandina mekanîzmayên kontrolê yên bi bandor ên şandeyên neteweyî û navneteweyî li gorî bendên qanûnên herêmî û navneteweyî were vekirin.

* Divê li ser Protokola Stenbolê perwerde ji bijîşkên girtîgehê û karmendên tenduristiyê re bê dayîn.

* Pêwîste pêkanînên tecrîdê yên li ser girtiyan tavilê werin rakirin.

* Pêwîste ku sînordarkirinên çalakiyên civakî û çandî yên girtiyan werin rakirin.

* Di derbarê girtiyan de rêzikname û kiryarên li dijî qanûna ‘qedexeya cûdakariyê’ divê werin terikandin.

* Astengî û astengiyên li pêşiya mafê gihîştina tenduristî û dermankirinê divê werin rakirin, nemaze mafê jiyanê li berçav digirin.

* Di dema pêvajoya pandemiyê de divê pêşniyarên sazî û rêxistinên di vî warî de dixebitin, nemaze Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê werin girtin û tedbîrên guncav ji van hişyariyan re bên girtin û bi rêkûpêk werin kontrol kirin.”

 Rapor bi vê gotinê re bi dawî dibe: “Ew tîne bîra rayedaran ku mafê girtiyên li girtîgehan jî heye ku bi rûmet bijîn, em daxwaz dikin ku şert û mercên girtîgehan tavilê bên rast kirin û binpêkirinên mafan ji holê bên rakirin, ji ber ku ne pêkane ku mirov bikare bi şeklek mirovî li derdoreke ku ew qas binpêkirinên mafan heye bijîn.”