Êşkenceya polîsan a li Kadikoyê hate şermezarkirin

Insîyatîva Malbatên Pirsusê diyar kir hişmendiya komkuj a li Pirûsê û êşkencekar a li Kadikoyê yek hişmendî ye.

Ciwan duh ji ber ku salvegera 6'an a kesên ku li Pirsûsê hatibûn kuştin xwestin ku heta ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê bimeşin lê polîsan êrîş anîbû ser wan. 

Insiyatîva Malbatên Pirsûsê êrîşa li ser ciwanan şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de ku li Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê çêbû, Gaziyên Pirsûsê, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Kivan Sert, Rêxistinên Ciwanan û gelek kes hazir bûn.

Ugur Ozkan, birayê Suleyman Oskan ê ku li Pirsûsê hatibû kuştin, got, ''Duh bombeya gazê avêtin wesayita destgîrkirinê û xwestin ku li vir ciwanan biparêzin.  Hin hevalên me ji derenceyê avêtin. Her sal ev bi serê me de dianîn lê îsal bêhtir hov bûn.''
Hatîce Ezgî Sadet ku xwîşka wê Ozge Sadet li Pirsûsê hatÎ kuştin diyar kir polîs bi kîn û nefretê bi ser ciwanan de çûne û got, ''Me duh dît ku hiqûqa dijmin heye. Li dijî têkoşîna demokratîk helwestek heye. Êdî li meydanan êşkenceyê dikin.  Ciwan hêza dînamîk a civakê ne. Em bi ciwanên xwe re ne û ev civak mirêka civakê ye. Em bi wan şanaz in. ''

Bavê Vatan Budak Murat Budak jî got hişmendiya kau li Pirsûsê komkujî kirî û ya ku êrîş anî ser ciwanan eynî hişmendî ye û got, ''Heta ku em têkoşîna xwe geş nekin ev bi paş ve gav navêjin. Em ji bo bêadaletiya li Kurdistanê û Tirkiyê li heq digerin. Ciwan wê li ser piyan bimînin.''

Yasîn Can ku li Pirsûsê birîndar bûyî got wan komkujî ji bîr nekirin, wê efû nekin û hesab bipirsin. Can got, 'Dibe ku pergal li aliyê wan be lê ew roj wê bên û darizandineke dadmend çêbibe.''