Êşkence li girtiyê nexweş hate kirin: Di hucreyê de ye, avê nadin wî

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin, ji ber ku li dijî êşkenceya lêgerîna tazî rabû, 13 roj in avê nadin wî.

GIRTIYÊ NEXWEŞ

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in di girtîgehê de ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate kirin û sepanên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna nava dev” lê hatin ferzkirin. Tuzun ê ev pêkanîn qebûl nekiribû, ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û xistin hucreya yekkesî. Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê; Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 13 roj in di hucreyê de tê ragirtin û avê nadin wî. Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir.

Tuzun ku nexweşiyên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene bi rêya malbatê neheqiyên lê tê kirin vegot.

Tuzun, anî ziman ku ji ber pîvanên wan qebûl nekirine lêgerîn li ser wî hatiye ferzkirin û hatiye derbkirin. Tuzun, bi domdarî ev agahî parve kir: “Ev 13 roj in ez xistime hucreya yekkesî. Rojê 23 saetan di hucreyê de me û tenê saetekê min derdixin hewşê. Min 24 saetan dişopînin. Her saetê carekê tên min kontrol dikin. Avê nadin min. Ava vexwarinê ez ji kantînê dikirim. Midûrê girtîgehê gefa; ‘Ev noqteya te ya dawî ye. Ji vir û wêde cihê tu lê biçî tune ye’ li min xwar. Bi ser odeyê de digirin. Cilên min tevan belav dikin. Tundiyê dikin.”

Tuzun banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku her kes li dijî vê bihestiyar tevbigere.