Êrîşên li dijî Efrînê li Bonnê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li Bonnê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarên Meckenheîm, Eûskîrchen, Troîsdorf û Sîebûrg dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Kurdistanî li meydana Frankenbad a bajarê Bonn ê Elmanyayê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Lê belê ji ber ku polîsên Elman pêşî li meşê girtin, Kurdistaniyan mîtîngek pêk anîn. Girseya gel êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan" qîriyan.

Qisekerên mîtîngê dan xuyakirin ku dewleta Tirk bi rengekî hovane êrîşî destketiyên gelê Kurd dike. Kurdistaniyan gotin, wê çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Efrînê dewam bikin.