Êrişên dagirkeriyê li bajarên Swêdê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyan êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê, li 5 bajarên Swêdê şermezar kirin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, bombekirina kampa Mexmûrê û polîtîkayên hevkariya pê re, li Swêdê hatin şermezarkirin. Kurdistanî li bajarên Västreås, Borlänge, Karlstad, Eskilstuna û Gävle daketin qadan.

'DAWÎ LI HEVKARIYA BI DIJMINÊ KURDAN RE BÎNIN'

Di çalakiyan de pankartên bi nivîsa "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Dewleta Tirk terorîst e, AKP terorîst e", "Doh Efrîn, îro Başûrê Kurdistanê! Li pêşberî dagirkeriyê bêdeng nemîne", "PDK dawî li hevkariya xwe bîne", "Kujer Erdogan, hevkar PDK" hatin hildan.

Çalakgeran alên PKK, KCK û Rojava jî hildan û bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi Erdogan û dewleta Tirk ên dijminê Kurdan e, bîne.