'Êrîşa li dijî Efrînê tengaviya navxweyî ya AKP'ê ye'

Li dijî hikumetê ku mirovên li dijî êrîşa li ser Efrînê daxwaza aştiyê dikin kiriye hedef, HDP, HDK, çep-sosyalîstan gotin, 'Em ê dengê aştiyê bilind bikin'.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê du roj li pey xwe hiştin. Rayedarên hikumetê, her kesên li ber şer radibin weke piştevanê terorê sûcdar kirin. Recep Tayyîp Erdogan gef li HDP'ê xwar û got, "Eger hûn derkevin kolanan wê hêzên ewlekariyê pêşî li we bigire". Li Amedê destûr nedhate dayin ku DBP daxuyaniyê bide çapemeniyê, li Stenbol û Enqereyê jî dest li mirovên daketin qadan hate werdan. Piştî daxuyaniya Erdogan, dozger ketin nava liv û tevgerê, hesabên medya civakî lêkolîn kirin û der barê parlamenterên HDP'yî Nadîr Yildirim û Ayhan Bîlgen de lêpirsîn vekirin.

WÊ NIKARIBIN DENGÊ JI BO AŞTIYÊ BÊDENG BIKIN

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku tevî van hemû êrîş, qedexe û gefxwarinan jî ew ê li kolanan bin û daxwaza xwe ya aştiyê her tim bînin ziman. Bîlgen got, "Eşkere ye ku ji gotina aştiyê, ji bangên bi vî rengî ditirsin. Nîşandana nerazîbûna demokratîk mafê her kesî yê xwezayî ye. Ji xwe îro hê bi zelal derdikeve holê bê li nava şert û mercên Rewşa Awarte çima di pratîkê de qedexeyan ferz dikin." Bîlgen diyar kir ku dînamîkên mûxalefeta civakî divê nehêlin ku Tirkiye hê bêhtir bikeve nava rewşeke xetere û anî ziman ku ev yek nîşaneya welatparêziyê ye. Ayhan Bîlgen destnîşan kir, ji bo avakirina jiyaneke wekhev, azad û bi hev re divê îro her kes deng û helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin û got, "Ne lêpirsîna dozgeriyê ne jî astengkirina dayina daxuyaniya çapemeniyê wê nikaribe dengê ji bo aştiyê bêdeng bikin."

EV YEK TENGAVIYA NAVXWEYÎ YA AKP'Ê YE

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît got, "Em hewldana dagirkirina Efrînê bi ti awayî qebûl nakin" û diyar kir ku Efrîn berevajî gotinên rayedarên dewletê û Erdogan, cihekî terorê ya jî êrîşkariya li dijî Tirkiyeyê nîne. Koçyîgît got, "Efrîn cihekî qedîm e ku Kurd, Tirkmen, Suryanî, Ereb û gelek gelên din bi hezaran salan e bi hev re lê dijîn. Wekî din, ciheke ku li nava welatekî din e, yanî li nava Sûriyeyê ye. Her wiha li wir hewl tê dayin sîstemeke demokratîk, azad û wekhev were avakirin. AKP ji bo xwe ji tengaviya li nava raya giştî ya navxweyî rizgar bike, ketiye nava şerekî wiha. Mixabin gelên mezlûm neçar dimînin ku berdêla vî şerî bidin. Zarok, jin tên kuştin, cih û war tên xerakirin, xaniyên mirovan tên hilweşandin. Tişta ku îro tê kirin dagirkerî ye. Mîna ku ev yek 'operasyoneke rizgarkirinê' ye, rabûne navê 'guliyê zeytûnê' lê kirine. Ev nav jî rastiyê naguherîne ku hewldaneke ji bo komkujiyê."

DIVÊ KES TESLÎMÎ VÊ ENIYA ŞER NEBE

Di dewama axaftina xwe de Gulîstan Koçyîgît destnîşan kir ku gefa li dijî mirovên ku li dijî şer dengê aştiyê bilind dikin tê xwarin, ti carê nayê qebûlkirin û got, "Li dijî kesên li dora maseyê, li MGK'an biryara şer didin, bêguman gel wê mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne. Bêguman dostên EfrîNê wê li cem Efrînê cih bigirin. Li dijî şer ji bo dengê aştiyê bilind bikin em ê dakevin qadan, li her qadê û li her cihî em ê hewl bidin dengê xwe bilind bikin. AKP, MHP û CHP a alîgirê şer Tirkiyeyeke wiha dixwazin: Em biçin gelan bikujin, lê bila kes deng neke, mîna li medya alîgirê wan, bila her kes ji wan re li çepikan bixe. Divê zanibin ku ev yek wê bi vî rengî nebe. Yên ku li Efrînê ji aliyê wan ve tên kuştin em bi xwe ne. Yên ku dixwazin wan li Efrînê bikujin, ji Kurd an jî gelê li Amed, Riha, Dersimê ne cuda ne. Ji ber vê yekê mesele ne tenê Efrîn e. Mesele Kurdistan tev e, mesele biratî ye."

Koçyîgît bang li hemû alîgirên aştî, wekhevî û biratiyê kir ku yekser dakevin qadan û dengê aştiyê bilind bikin û got, "Divê kes teslîmî vê eniya şer nebe, teslîmî hezeyana neteweperestiyê nebe."

EM Ê HER TIM BÊJIN; NA JI ŞER RE

Serokê SYKP'ê Ahmet Kaya jî da xuyakirin ku yekane tişta şer rê li ber vedike, xizankirina gelên wî welatî ye û got, "Dema ku mirov ji vî alî ve lê binerin, wê were dîtin ku şer bi kêrî gelên Tirkiyeyê, bi kêrî gelên Sûriyeyê nayê. Berevajî wê rê li ber êşên gelekî giran veke. Ev şer gaveke AKP'ê ye ku ji bo xwe ji rewşa tengav a li welêt rizgar bike. Di vê çarçoveyê de jî alîgirên aştiyê yên li welêt kirine hedef. Lê belê dijberên şer wê her tim daxwaza aştiyê bikin. Bêguman berdêla xwe heye, lê belê ev yek wê nikaribe pêşî li helwesta HDP'ê û pêkhateyên HDP'ê bigire. Em ê li dijî vî şerî her tim biratiya gelan û daxwaza xwe ya 'na ji şer re' timî bînin ziman. Em ê her tim bang li desthilatdariyê bikin ku tavilê dest ji polîtîkayên şer berde."

MÎNA KOBANÊ EM LI CEM EFRÎNÊ NE

Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fadîme Çelebî got, "Êrîşa bi navê 'guliyê zeytûnê' li Efrînê li dijî gelê sivîl tê kirin, êrîşeke dagirkeriyê ye. Weke Partiya Sosyalîst a Bindestan em vê êrîşê şermezar dikin" û işaret bi xweranegirtina AKP'ê ya li hêzên demokratîk kir.

Çelebî da xuyakirin ku ev yek berhemeke felsefeya desthilatdariyê û rejîma yek şexsî ya Erdogan e û got, "Weke sosyalîstên li rojava, em neçar in destnîşan bikin ku bi gelê Efrînê re ne. Em ê bibin dengê wan, dengê aştiyê. Çawa ku duh li Geziyê bi milyonan kes daketin qadan ya jî li Kobanê xeteke enternasyonal xwe bi rêxistin kir, îro jî ji bo Efrînê heman rewş derbasdar e. Mîna Kobanê em li cem Efrînê ne. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê li rojava û gelemperiya cîhanê dikin ku dengê xwe bilind bike."