Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li Ewropayê tên şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên şermezarkirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, sê hezar kes li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya berlînê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk 3 hezar kes li hev civiyan û meşiyan.

Girseya gel li Hermann Platzê li hev kom bû û mîtîngek li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ber bi Oranîen Platzê ve meşiya.

Li vê derê mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil li vir axivî. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin q3ırîn û hat gotin, wê timî li meydanan bin.

DORTMÛND

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de alên YPG/YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Solidaritaet fur Efrîn" û "Terorist Turkei" hatin qîrîn.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê, êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.

Bi sedan kesên li Berlîner Platzê li hev civiyan, bi mîtîngekê dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Duh Kobanê îro Efrîn", "Kujer Tirkiye, hevkar Ewropa", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.

Qisekeran dan xuyakirin ku li dijî êrîşan her der wê bibe meydana berxwedanê.

LEÎPZÎG

Kurdistaniyên li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakiya ku ji Eîsenbahnstrasseyê dest pê kir li ber HBF'ê bi mîtîngekê qediya. Bi navê MLPD axaftin li vir hate kirin.

BONN

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê, li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Bi sedan kesên li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan bi alên YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Duh Kobanê, îro Efrîn", "Bijî piştgiriya navneteweyî" qîriyan.

Di axaftinan de hat ragihandin, êrîş bi erêkirina Rûsyayê pêk hatiye û hat destnîşankirin ku gelê Kurd wê bi paradîgmaya Ocalan û artêşa YPG/YPJ'ê van êrîşan pûç bike. Ji Kurdistaniyan ahte xwestin ku dakevin qadan, xwedî li Efrînê derkevin û heta dagirkerî biqede çalakiyan bikin.

Girseya gel ji ber HBF'ê dest bi meşê kir û li Munsterplatzê mîtîngek li dar xist.

ROMA

Li paytexta Îgalya Romayê, Rete Kurdistan, Comunîta Kurda û Îtalyan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de ku li ber Konsolosxaneya Tirk hate lidarxistin, hat gotin, "Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Efrînê."

Girseya gel piştre ji ber Konsolosxaneya Tirk ber bi navenda bajêr ve meşiya.

LONDON

Li paytexta Îngilîstan Londonê, Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Girseya gel li ber stasyona Kîngs Crossê ya Londonê li hev civiya û êrîş protesto kir.