Çîçek Kobanê û 3 girtî hatin sirgûnkirin

Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) û 3 girtî ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin.

Li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T’yê yên Rihayê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Girtiyê bi navê Mahmût Tutal ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin, bêyî daxwaza xwe û bêyî agahiya malbatê sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin. Girtiyê bi navê Îdrîs Duruk ku li heman girtîgehê dihat ragirtin jî li Girtîgeha Tarsusê hate sewqkirin.

Her wiha Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku di êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li gundê Mişerfa yê Eyn Îsayê hatibû girtin û anîbûn Rihayê jî, bêyî agahiya malbata wê hate sewqkirin.

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ji ber bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbeta giran û bi îdiaya “kuştina mirovan” jî 10 sal û 10 meh cezayê hefsê dabû Temo. Biryar, di 11’ê hezîrana 2021’an de ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Herêmê ya Dîlokê ve hatibû erêkirin û ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî biryara derheqê Temo de di 22’yê gulana 2022’yan de erê kiribû.

Temo, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.