Çevîk: Sûc hincet in, armanca wan desteser kirine

Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku hatibû destgîrkirin got “Me tiştek derveyî qanûnê nekiriye. Tenê ji bo desteserkirinê serî li vê rêbazê didin.”

Duh bi îdîaya “endamê rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsin hatibû destpêkirin û di vê çarçoveyê de Hevşaredara HDP’ê ya Pirsûsê Hatîce Çevîk ji peywirê hate girtin û li cihê wê qeymeqam Kenan Akşak weke qeyûm hate erkdar kirin.

Hevşaredar Hatîce Çevîk ku destgîr kiriye bi rêya parêzer peyaman şand.

Çevîk a ku ev du roj in li Midûriyeta Şaxê TEM’ê tê girtin bi parêzer Îsmaîl Bulbul re civiya û silav ji gelê Pirsûsê re şand. Çevîk diyar kir ku moral û tenduristiya wê baş e û têkildarî destgîrkirinê wiha got; “Me tiştekî ji derveyî qanûnan nekir. Tenê ji bo qeyûm tayîn bikin serî li vê rêbazê didin.”

DI SALA 2016’AN DE JÎ ŞAREDARÎ HATIBÛ DESTESERKIRIN

Şaredariya Pirsûsê ku dema derbasbûyî ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve dihate birêvebirin 11’ê Tebaxa 2016’an jî hatibû desteserkirin. Piştî rêveberiya 3 salan a qeyûm di hilbijartina 31’ê Adarê de gel bi rêjeya 59 ji sedî dengê xwe dabûn Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).