'Çeteyên Erdogan û AKP'ê wê têk biçin'

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyanî da û diyar kir, Erdogan û çeteyên AKP'ê yên ji wan heye ku dikarin bi polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê Efrînê teslîm bigirin, wê têk biçin. 

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Erfînê şermezar kir û berxwedêrên Efrînê û şervanên azadiyê silav kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû hevrêyên xwe yên ciwan ku duh Efrîn ji çeteyên biyanî, îro jî ji çeteyên Erdogan diparêzin û di vê oxirê de canê xwe feda dikin, bi hestên şoreşgerî silav dikin. Di vî şerê bi rûmet ê parastinê de em ê li cem gelê Efrînê yê bi rûmet bin."

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku Erdogan û çeteyên AKP'ê yên ji wan heye ku dikarin bi polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê Efrînê teslîm bigirin, wê têk biçin û wiha dewam kir: "Ev têkoşîn her wiha pêngava êrîş dawî ya ku destpêka Şoreşa Bakur e, daye destpêkirin. Ciwan û jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat wê li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemînin û serî hildin. AKP'ê dest bi pêngava xwe ya dawî kiriye û li lingê xwe xistiye."

Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanî û yên li derveyî welat kir û got, "Ciwanên şoreşger û welatparêz ên li Ewropayê û Rûsyayê dijîn divê biherikin qadan, bi ruhê seferberiyê xwedî li Efrînê derkevin. Bi heman awayî divê ciwanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê bikevin nava liv û tevgerê, her cihî ji faşîzma AKP'ê re bikin goristan. Di vê çarçoveyê de lazim e ciwanên şoreşger û welatparêz her şêwe çalakiyan ji xwe re rewa bibînin, dest bi çalakiyan bikin û seferber bibin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê gel û ciwanên welatparêz zanibin; çawa ku ciwanên Bakur û ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê xwedî li Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê derketin, wê bi heman rengî xwedî li berxwedana Efrînê jî derkevin û serketinê diyarî gel bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ciwanên Apoyî pêşengî ji berxwedana xwerêveberiyê ya li bakur re kirin, di serketina Kobanê de roleke mezin lîstin. Niha jî divê kes ne li bendê be ku ciwanên vî gelî li pêşberî vê yekê bêdeng û bê helwest bimîne. Ciwanên Apoyî wê heta hucreyên xwe li ber xwe bidin, serî hildin û hesab bipirsin. Lewma weke Komalên Ciwan em bang li hemû ciwanan û jinên ciwan dikin ku tevlî pêngava şoreşgerî ya li Efrînê dest pê kiriye bibin û bi ser bikevin. Di vî şerê dawî de yê li dijî dewleta çete ya AKP-MHP'ê, cihgirtin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ciwanên Apoyî wê cîhanê bi serê Erdogan ve birûxînin."