Çete ji Kîlîsê derbasî nava Sûriyeyê bûn

Komên çete yên ku Tirkiyeyê li Kîlîs û Dîlokê ew perwerde kir, bi otobusan ji sînor derbas bûn.

Çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, bi otobusan derbasî aliyê Sûriyeyê hatin kirin. Nêzî 20 otobus ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê li Kîlîsê derbasî aliyê Ezazê bûn. Çete bi otobusên bi plaqeya sivîl ji Tirkiyeyê derbasî Tirkiyeyê hatin kirin.

Wezîrê Parastina Milî ya Tirk Nûrettîn Canîklî jî got, "Operasyona Efrînê di pratîkê de dest pê kir."

Tê gotin, çeteyên Tirk ji bo êrîşî herêma Til Rifatê bikin, ji sînor derbas bûne.