Çapraz: Bêyî ku dereng bibe divê girtiyên nexweş bên berdan

Sîbel Çapraz ku zêdeyî salekê bi birîneke giran girtî ma bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, divê tavilê bên berdan.

Siyasetmedar Sîpel Çapraz ku berî sal û nîvekê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hate berdan û tedawiya wê hîn jî dewam dike, ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser zext û zilma li girtiyên nexweş tê kirin.

BI FÎŞEKA POLÎSAN BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛBÛ

Sîbel Çapraz dema ku endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a Colemêrgê ya DBP'ê bû, 27'ê Mijdara 2015'an li Geverê di dema xwerêveberiyê de, gava ku dorpêçiya dewletê bi xwepêşandana qûşxane û dengderxistinê şermezar dikir, bi fîşeka polîsan bi giranî birîndar bûbû. Ji ber ku ji zikê xwe birîndar bû û milê wê parçe bû, di 96 rojên tedawîkirinê de 14 caran emeliyat bû. Çapraz hîn dema bi narkoz bû hate destgîrkirin û ji aliyê girtîgehê ve bi îdîaya 'endametiya rexistinê' ve hatibû girtin. Ji ber ku roviyên wê li derve bû, salekê li girtîgehê neçar ma bi sondayê bijî û bi tena serê xwe nekarî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Çapraz piştre ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê şandin Girtîgeha Tîpa R a Mememenê ya Îzmîrê û zext û zordariya giran li wir jî dest pê kir. Me Çapraz li Stenbolê dît. Çapraz qala wê wextê kir û işaret bi rewşa hemû girtiyên nexweş kir.

JI BO TUWALETÊ QUTIYEKE BOYAXÊ DAN

Çapraz anî ziman ku roja ew birin girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tevî ku her devera wê birîndar bû û pêçayî bû, lêgerîna bi rengekî tazî lê hate ferzkirin û destûr nedihate dayin ku derkeve revîrê. Çapraz da xuyakirin ku bi tena serê xwe nekarî biçe tuwaletê jî û got, "Ji ber ku tuwaleta klozet li qewîşê tine bû, ez nikarîbûm rûnişta. Min bang li gardiyan kir û rewşa xwe jê re got. Piştî 5 deqeyan qutiyeke vala ya boyaxê anî. Ji ber ku ne paqij bû, min gelek caran jê re got ku dibe ku enfeksiyonê bigire, lê belê nebûn alîkarî."

Çapraz diyar kir ku piştî rojekê ew birine qewîşê û 2 mehan li erdê maye. Çapraz da xuyakirin ku hevalên wê yên li qewîşê alîkarî dan wê û veguhastina wê ya ji bo Nexweşxaneya Baltalîmani ya Sariyerê jî mîna êşkenceyê bû.

MIROVÊN NE NEXWEŞ JÎ DEMA DIKEVIN TÎPA R A ÎZMÎRÊ NEXWEŞ DIKEVE

Çapraz anî ziman ku dema hinekî hate ser xwe, bêyî daxwaza wê ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê hate kirin û destnîşan kir ku li wê girtîgeha ku li ser tabelaya wê 'rehabîlîtasyon' dihate nivîsandin, di nava lepên mirinê de hate hiştin. Çapraz şeş mehan di hucreya şexsekî de hate hiştin û got, "Miroveke ne nexweş jî bikeve wê derê, wê bi rengekî nexweş jê derkeve." Çapraz diyar kir ku wê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku du destên wî nîne li wir nas kir û got, "Li hucreyeke yek kesî ku bêhna genî jê dihat, em neçar diman ku pêwîstiyên xwe yên tuwaletê, mutbexê û xweşuştinê bi cih bînin. Li wir bihîstim ku Ergîn Aktaş li wir e. Dema em derdxistin hewşê me hev didît. Wekî din jî nedihiştin em bi hev re biaxivin. Qaşo ji bo nexweş lê tedawî bibin dianîn wir, lê belê ti aktîvîteyeke civakî ji bo girtiyan nebû. Berevajî vê, girtiyên nexweş hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve dihatin tedawîkirin."

TÎPA RE JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ CIHÊ MIRINÊ YE

Çapraz ku 28'ê Sibata 2017'an bi şertê kontrola edlî hate berdan, piştî çend emeliyatên metirsîdar roviyên wê hatin dirûtin û niha dikare bimeşe. Lê belê ji ber ku tedawiya wê dereng hate xistin, dest û milê xwe yê rastê nikare bilivîne. Lêpirsîna li polîsên ku zanebûn gule berdan wê bê encam ma.

Çapraz ji ber tedawiya xwe nema dikare siyasetê bike. Ji bo girtiyên nexweş bang li her kesî dike: "Dibe ku ez ji Girtîgeha Tîpa R a Îzmîrê derketim, lê belê ew der êşkencexane ye." Çapraz da xuyakirin ku li wê girtîgehê çeteyên DAÎŞ'ê jî li qewîşên kêleka wan hebûn û timî gef li wan dixwarin. Çapraz diyar kir ku girtiyên nexweş Ergîn Aktaş nameyek jê re şandiye û destnîşan kiriye ku şert û mercên li girtîgehê qet neguheriye.

NE SEWQ DIKIN NE JÎ BERDIDIN

Çapraz bi bîr xist, Ergîn Aktaş ku ji ber gefên çeteyên DAÎŞ'ê 36 rojan ketibû greva birçîbûnê, piştî grevê di encama lihevkirinê de hucreya wî hate guhertin û li cem Ehmedî Xamî hate bicihkirin ku Xamî li Rojava di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de giran birîndar bû û felç e. Çapraz got, "Yek jê destên xwe nîne, yê din jî lingê xwe. Yek bûye dest, ê din jî bûye milê yê din. Tişta hatiye guhertin ev e. 'Çareseriya' ku îdareya girtîgehê peyda kiriye ev e. Ne wan sewqî girtîgehek nêzî malbatên wan dikin, ne jî serbest berdidin."

Çapraz xwest, bêyî ku dereng bibe girtiyên nexweş tavilê bên berdan.