Çapemeniya Ewropayê şantaja penaberan û lîstikên gemarî nivîsî

Muxatabê rasterast a şantaja penaberan a Tirkiyê bû rojeva çapemeniya Ewropayê.

Pisporekî ku ji Le Fîgaroyê re axivî, li ser polîtîkayên gemarî yên Erdogan ên derbarê şantaja penaberan xwest ku Ewropa li şûna ku serê xwe li ber polîtîkayên Tirk bitewîne, guşaran li ser Tikiryê bi cih bîne, Spîegelê jî got armanca vê şantajê ewe ku rewşa tekçûnê ya li Sûriyê veşêre.

Organên din ên weşanê jî bal kişandin ser drama penaberan.

DESUIN: OSMANIYA NÛ BERDÊLA KOMPLEKSA MEZINBÛNÊ YE

Pisporê têkiliyên navnetewî Hadrîen Desuîn ê rojnameya Fransiz Le Fîgaro gotareke li ser polîtîkaya dagirkeriyê û şantaja penaberan a Tirkiyê nivîsî û got Tirkiye berdêla, ''kompleksa mezinbûna Osmaniya Nû'' dike. Desuîn her wiha got operasyonên rejîmên yên li Idlibê derbên giran li Enqerê dane û got, Rûsya û rejîma Sûriyê Tirkiyê kêm kirine.

Desuîn diyar kir Tirkiye ji bo ku ji rewşa heyî xwe xilas bike dîsa berê xwe daye Ewropayê û got pr bêmane ye ku Ewropa hewl dide Tirkiyê ji vê rewşê xilas bike. Desuîn her wiha got Erdogan tenê ji hêzê fehm dike û di destê Ewropayê de gelek amûr hene ku dikarin li dijî Tirkiyê bi kar bînin.

'BALÊ JI SÛRIYÊ DIKIŞÎNE SER DEVERÊN DIN'

Di kovara Elman a Der Spîegelê de jî şîroveyek li ser heman mijarê hate parvekirin. Di şîroveyê de hijmara ku dewleta Tirk û organên medyayê yên Tirk ên derbarê penaberan didin ku gihane ser sînor û diyar kir, ev hijmar hatine nepixandin. Her wiha hate bibîrxistin şantaja li ser penaberan ji 2016'an Peymana Penaberan û vir ve gelek caran ji hêla Erdogan ve tê bikaranîn.

Di şîroveyê de hate destnîşankirin sînor piştî ku leşkerên Tirk hatine kuştin, hatine vekirin û hate gotin, ''Erdogan bi vî rengî dixwaze porblema Sûriyê bikişîne ser devereke dî''. Di şîroveyê de her wiha hate gotin Erdogan bawer dike ku dikare Ewropayan li ser mijara Idlibê bike hevkarê xwe.

EL PAÎSÊ NIVÎSÎ KU POLÎSÊN TIRK BI ZORÊ PENABERAN DIŞÎNE SER SÎNOR

Rojnameya El Paîsê ku li Spanyayê weşandê dike got, penaberekî Iraqî ji hêla polîsê Tirk ve bi zorê birine ser sînor. Penaberê bi navê Zekerya ji ber sedema astengkirina yekîneyên ewlehiyê yê Yewnan biryar daye ku vegere Stenbolê lê dema vegerê vê carê polîsên Tirk astengî li ber danîne. Penaberê ku rojname pê re axivî got, polîsê Tirk zor lê kiriye ku vegere.

LI GIRAVAN DIBE KU TEQÎNÊN CIDÎ ÇÊBIBIN

The Guardîanê jî di hijmara bihurî de cih da fikrên  rayedarê polîsê Yewnan Panaghîotîs Fykîas. Rayedar got ew fikara dikin ku krîzeke dî ya penaberan a mîna 2015'an çêbibe û piştî ku hewa hinekî germ bû, hijmara penaberên ku ji Tirkiyê werin dibe ku zêdetir bibin. Rayedarê polîs got halê hazir ji ber sedema 27 hezar penaberan bêhna gelê giravê teng bûye û ji ber ê rewşê dibe ku gelek bûyer derkevin. Li girava Lesbosê kapasîteya navenda penaberan 3 hezar e lê niha 20 hezar penaberan di nav rewşên ne mirovî de dijîn.

FOTIADÎS: ATÎNA DI NAVBEYNA ŞANTAJÊ Û BÊDENGIYA YE'YÊ DE MA

Pisporê polîtîkayên koçê Apostolîs Fotîadîs ji rojnameya Italyan La Stampa re axivî û got, Yewnanîstan di navbeyna polîtîkaya şantajê ya Tirkiyê de û bêhelwestiya YE'yê de maye. Fotîadîs got rewş dikare xirabtir bibe. Fotîadîs got ev rewş ji bo ku hikûmeta Atînayê wê bibe hinet ku li dijî îltîcayan şertên giran ên girtîbûnê bîne.