Çapemeniya Ewropayê: Di hedefa Tirkiyeyê de Kurd hene

Êrîş û hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê di çapemeniya Ewropayê de cihekî berfireh girt. Di organên medyayê yên sereke de hate destnîşankirin ku hedefa dewleta Tirk Kurd in.

Êrîşa bi balafiran û hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku ji duh ve li dijî Efrînê dike, ji kêliya destpêkê ve cih di çapemeniya Ewropayê de girt. Ajans û malperên nûçeyan ên sereke yên Ewropayê, ev êrîşkarî bi rengê 'nûçeya lezgîn' weşandin. Nûçe û analîzên herî zêde yên li ser mijarê di medya Elmand e cih girtin.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û tenê got, "Em bûyerên li Bakurê Sûriyeyê bi fikar dişopînin." Çend ji nûçe û şîroveyên li hin rojname û malperên înternetê yên televîzyonan wiha ye:

BÎLD: Yek ji rojnameyên Elmanyayê ku herî zêde tê xwendin Bîld, nûçe di malpera xwe ya înternetê de bi sernavê "Erdoganê dest bi êrîşa li dijî Sûriyeyê kir" weşand. Rojnameyê ragihand ku li Sûriyeyê eniyeke nû ya şer vebûye û got, "Balafirên şer ên Tirk li herêma Efrînê êrîşî cih û warê Kurdan dikin." Rojnameyê cih da daxuyaniyên rayedarên Tirk û berdevkê YPG'ê û bi bîr xist ku YPG a bûye hedefa artêşa Tirk, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hevalbendê cîhana rojava ye.

DER SPÎEGEL: Yek ji kovarên sereke yên Elmanyayê Der Spîegel jî di malpera xwe ya înternetê de cih da nûçe-şîroveyek li ser encamên êrîşê. Şîrove bi sernavê "Fikar heye ku êrîşa li dijî Kurdan aloziya li Sûriyeyê mezin bike" hate weşandin û ji aliyê Berlîn û Moskowayê ve bi fikar tê şopandin. Her wiha hat destnîşankirin ku ev êrîşa artêşa Tirk a li dijî Kurdan dikare zerarê bide têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê.

ARD: Qenala televîzyonê ya dewletê ARD di bultena xwe ya nûçeyan de "Tagesschaû" cihekî berfireh da êrîşê. Di nûçe-şîroveya ARD'ê de hat ragihandin ku êrîşa leşkerên Tirk a li ser Efrînê li herêmê dikare rê li ber encamên tirsnak veke. ARD'ê cih da nêrîna pisporan û got, "Dibe ku PKK weke bersiv ji vê êrîşê re, li Tirkiyeyê êrîş bike."

DÎE WELT: Rojnameya Dîe Welt êrîş bi sernavê "Êrîşa Erdogan a li Sûriyeyê" di malpera xwe ya înternetê de ragihand. Di nûçe-şîroveyê de hat destnîşankirin ku YPG faktorekî aramiya li Sûriyeyê ye û hat gotin, "YPG ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hêza diyarker e, tevî Xiristiyan û Erebên Sûnî rêveberiyeke demokratîk ava kir û pêşî li şerê navxweyî girt. Eger demokratên rojavayî careke din Kurdan li hevalbendê xwe bikin qurban, encamên vê wê dîrokî be. Ev gelê bê dewlet ku hînî têkoşîna ji bo demokrasiyê bûye, dibe ku tengav bibe û bikeve rêyeke şaş e."

TELEPOLÎS: Malpera Telepolîs di şîroveya xwe de bûyer bi sernavê "Moskowayê ji bo Kurd li Efrînê têk biçin destûr da" weşand. Malperê daxuyaniyên nava rojê li ser bûyerê hate dayin weşand û got, "Xuya ye Kurd li Efrînê bi tenê hatin hiştin."

DÎE PRESSE: Yek ji rojnameyên rojane yên Awûstûryayê Dîe Presse di malpera xwe ya înternetê de nûçe bi sernavê "Balafirên şer ên Tirk bombeyan li cih û warê Kurdan dibarînin" weşand. Rojnameyê bi bîr xist ku li Efrînê ku nêzî 360 gundên xwe hene, nêzî milyonek mirov dijîn û ragihand, dewleta Tirk ji bo hilweşandina rêveberiya otonomiyê ya ji sala 2012'an û vir ve li herêmê ava bûye, dike. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Efrîn bajarekî dîrokî yê Kurdan e û bal hate kişandin ser girîngiya bajêr.