Çam ê CHP’yî: Li dijî faşîzmê eniya hevpar şert e

Parlemterê CHP’ê yê Îzmîrê Çam, destnîşan kir ku li dijî faşîzmê eniya hevpar girîng e, bang li Îzmîriyan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê.

Parlemeterê CHP’ê yê Îzmîrê Mûsa Çap ê beşdarî çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ku li Îzmîrê dom dike bû, diyar kir ku piştgirî didin çalakiya nobedê û li gel wan in. Çam, berxwedana nobedê ji ANF’ê re nirxand.

‘EM PIŞTGIRÎ DIDIN ÇALAKIYA NOBEDÊ’

Çam bal kişand ku di demê desthilata AKP’ê de Tirkiye vegeriyaye welatê faşîzmê û bêhiqûqiyê, destnîşan kir ku betalkirina parlemeteriya HDP’yiyên çûne parlementoyê nayê qebûlkirin. Çan ê daxuyakirin ku girtina endamên meclîsa şaredariyê û hevşaredaran tê wateya xespkirinê, tê wateya zilma xestpkirina qeyûman. Çam binî xet kir ku di van şertan de destekirina Nobeda Wijdan û Edaletê pêwîste . Çam wiha got: “Piştî Amed, Stenbol û Wanê û şûnde ev çalakiya li Îzmîrê hate kirin rast e, heq e û divê bê bilindkirin.”

Çam bibîr xist ku ev şêweyê berxwedanê divê hemû beş beşdarî bike û têkoşîneke ku divê bê piştgirîkirin. Çam daxwaz kir ku hemû beşên civakê destekê bide vê berxwedanê. Çam ê destnîşan kir ku destekê dide çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê û li gel wan cih digre got: “Em ê li dijî faşîzma AKP’ê bi hev re têkoşînê birêve bibin.”

‘DIVÊ VEGERE ENIYEKÎ HEVPAR’

Çam diyar kir ku Parlemeto vedigere şêweyekî nîjatperest, faşîzan, paşverû û mezhebiyê, destnîşan kir ku divê li dijî vê eniyeke azadîxwaz, ximetê ji aştiyê û biratiyê re bike vê avakirin. Çam diyar kir ku di pêvajoyên li mêşiya me de wê vê eniyê li kolan û qadan pêk bînin. Çam îşare bi wê yekê da ku li dijî faşîzmê yekane rê eniya hevpar e, wê vê jî bi hev re pêk bînin.

BANG LI ÎZMÎRIYAN KIR

Çam wiha got: “Ez dixwazim birayên min ên Îzmîrî destekê bidin vê çalakiyê” diyar kir ku divê hemû welatiyên Îzmîrê piştgiriyê bidin têkoşîna wijdan û edaletê. Çam ê ku destnîşan kir ku divê gelê Îzmîrê bê ku xwe bidin paş biherikin qadê û cihgirtina wê ya li gel HDP’ê girîng e, em neçarin bi hev re bi ser bixin.