Çalakiyên Kurdan ên protestoyî yên li Ewropayê dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê St. Gallen, Aaraû û Solothûrn ên Swîsreyê, li bajarê Berlîn ê Elmanyayê û li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê St. Gallen, Aaraû û Solothûrn ên Swîsreyê, li bajarê Berlîn ê Elmanyayê û li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin şermezarkirin.

ST. GALLEN

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ber bi Stasyona Trenê ya Navendî ve meşiyan. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Rûsya fînanse dike, TC lê dide", "Terorîst Erdogan", "Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehimin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

LI AARAÛ Û SOLOTHÛRNÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ

Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li ber Gara Navendî ya Aaraû li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li bajarekî din ê Swîsreyê li Solothûrnê jî, bi dehan kes li ber Gara Navendî li hev civiyan û êrîşên êrîşkariyê yên faşîza AKP-MHP'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de ji bo Efrînê banga xwedîderketinê hate kirin û li ser êrîşan agahî hate dayin.

LI BER HAÛPTBAHNHOF A BERLÎNÊ ÇALAKÎ

Çalakiyên Kurdistaniyan ên li paytexta Elmanya Berlînê bê navber dewam dikin.

Duh êvarê saet 21'ê, Kurdistanî li ber Haûptbahnhofê li hev civiyan û bi qasî saetekê bi qîrîna dirûşman êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Îro (Duşem) wê saet 17'an li ber Komîseriya Neteweyên Yekbûyî mîtîngek bê lidarxistin.

ÇALAKIYA LI STRASBOÛRGÊ

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, b navê Forûm Socîal 67, pêşkêşiyek li ser Rojava hate kirin. Forûma herêmî ji aliyê Komeleya Jinê ya Zîn û Însiyatîfa Jinên Ciwan ve hate organîzekirin û li ser pratîka komunê û şoreşa jinê ya li Rojava agahî hate dayin. Qisekerên forûmê ji bo Efrînê banga xwedîderketinê li hemû gelan kirin.

Danê êvarê jî bi pêşengiya Tevgera Jinê û Însiyatîfa Jinên Ciwan ji bo xwedîderketina li Efrînê meşek hate lidarxistin. Bi qasî sed welatparêz ji ber Navenda Civaka Demokratîk heta Gara Trenê ya Strasboûrgê meşiyan.

Ji bo çalakiya îro saet 18'an a li Place Kleberê jî banga tevlîbûnê hate kirin.