Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin
Kurdistanî li Elmanya, Swêd, Fransa û Hollandayê bi dostên xwe re daketin qadan, tecrîd şermezar kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Kurdistanî li Elmanya, Swêd, Fransa û Hollandayê bi dostên xwe re daketin qadan, tecrîd şermezar kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Kurdistanî li Elmanya, Swêd, Fransa û Hollandayê bi dostên xwe re daketin qadan, tecrîd şermezar kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
NURNBERG: Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şermezarkirin û berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tê lidarxistin were silavkirin, li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan. Piştî xwepêşandana protestoyî ya li ber konsolosxaneyê, girseya gel berê xwe da meydana Lorenzkîrscheyê. Çalakgerê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl li qada mîtîngê axivî û got, "Dibe ku em çavên xwe bigirin, lê belê em ê bi berxwedana xwe çavan vekin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe çavên dinyayê vekin û dawî li bêdengiyê bînin. Em ê Rêberê xwe azad bikin." Xwepêşandan piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî bi heman armancê li ber dêra hilweşiyayî ya dîrokî li hev civiyan, lê bûn hedefa astengiya polîsan. Polîsên Berlînê destûr neda ti pankart û dowîzên bi wêneyên Ocalan. Tevî vê yekê jî girseya gel meşiya û li çarrêya li navenda K'Dammê bi armanca şermezarkirinê çalakiya rûniştinê pêk anî. Lê belê polîsan êrîşî çalakiyê kirin. 3 Kurdistanî bi lêdanê hatin destgîrkirin. Kurdistaniyan 2 saetan xaçerê li trafîkê girtin û piştî ku kesên hatin destgîrkirin hatin berdan, bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" dawî li çalakiya xwe anîn.
KOLN: Çalakiya li Kolnê li ber HBF'ê dest pê kir. Ji hevberdevkên Fed-Medê Engîn Sever li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî. Hevberdevkê HDK Ewropayê Alî Mîtîl jî bang li hêzên demokratîk kir ku hîn bi xurtî têbikoşin û li ber xwe bidin. Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak jî tevlî çalakiyê bû û got, "Grevên birçîbûnê israr ji bo Rêbertî ye, yekbûna gelê Kurd a li dora Rêbertî ye."
SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbruckenê jî mîtîngek hate idarxistin. Mîtîng li ber Europa Galerî pêk hat û li ser tecrîdkirina Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin.
KAÎSERSLAÛTERN: Li bajarekî din ê Elmanyayê li Kaîserslaûternê ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva greva birçîbûnê mîtîngek hate lidarxistin û gelek belavok hatin belavkirin.
HAMBÛRG: Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Hambûrgê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Girseya gel doh danê nîvro ji ber HBF'ê dest bi meşê kir û heta ber Parlamenta Eyaletê ya Hambûrgê meşiya. Di meşê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana me ya greva birçîbûnê" hatin qîrîn.
BORLÄNGE: Li bajarê Borlange yê Swêdê, ji bo destekkirina çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî ji navenda bajêr ber bi sûka Kûpolenê ve meşiyan û bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk şermezar kirin. Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan.
VÄSTERÅS: Li bajarê Vasterasê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd di axaftina xwe de tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û bang li hikumeta Swêdê kir ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bikeve nava liv û tevgerê.
ÖREBRO: Xwepêşandaneke din a bi heman rengî li bajarê Orebroyê pêk hat. Di çalakiyê de hate xwestin, bersiv ji daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê re bê dayin û tavilê tecrîdkirina Ocalan bidawî bibe. Di xwepêşandanê de bêdengiya welatên Ewropayê hate şermezarkirin.
TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, ji bo azadiya Ocalan û piştevaniya grevên birçîbûnê mîtîngek hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Xwepêşandêran bal kişandin ser zext û zordariya li Ocalan tên kirin û bêdengiya Ewropayê rexne kirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.
GÄVLE: Li bajarê Gavle yê Swêdê xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxistin. Kurdistaniyan di çalakiyê de êlekên spî li xwe kirin û xwestin bersiv ji daxwazên berxwedêran re bê dayin. Piştî meşê çalakger li meydana Stortorgetê mîtîngek pêk anîn.
DRANCY: Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek li dar xistin. Ciwan heta ber şaredariya Drancy meşiyan û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di dema meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Lîberte poûr Ocalan" hatin qîrîn. Li ber avahiya şaredariyê jî mîtîngek pêk hat.
AMSTERDAM: Bi heman armancê li paytexta Hollanda Amsterdamê meşek pêk hat. Girseya gel piştî ku ji Waterloopleînê dest bi meşê kir, li Mûseîmpleînê mîtîngek li dar xist. Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin.