Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar didome

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ya hikûmeta Tirk roja 46'an çalakiya nobetê ku li ber edliyaya Rihayê dikir, li malê didome.

Malbata Şenyaşar ev 46 roj in çalakiya nobeta dadê didomîne. Van rojên dawî ji ber qedexeya derketina derve malbata ku nikare biçe ber Edliyaya Rihayê, nobetê li malê didomîne.

Çalakiya nobetê ji hêla Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji hêla wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatibûn kuşti nû kurê wê Ferît Şenyaşar ve tê domandin.

Malbatê li ser Twîtterê got, ''Ji bo qedexeya derketina derve em çalakiya xwe li malê didomînin. Şandeya ku dibêje, 'bila li ser dosyaya nexweşxanê biryara veşartinê bidome'' dibe hevkarê sûc. Îro di ser CÎMER'ê re em ê giliyê xwe bikin. An Dad û an jî Dad.''