Nobeda azadiyê di hefteya 292’an de ye

Çalakiya nobeda azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî ku li pêşiya Konseya Ewropayê hate lidarxistin, di hefteya xwe ya nû de bi koma ji bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatî ve dewam dike.

Çalakiya Nobeda Azadiya Ocalan a kete hefteya 292’an, ji aliyê Bunyamîn Xanî, Ayhan Kûrkan û Rustem Serêkaniyê ku ji bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatine ve hate dewirgirtin.

Endamên komê yên ku roja Yekşemê çalakî dewir girtin li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) nobedê digirin.

Di çalakiyê de ku belavok û broşurên ji ramanê Ocalan tên belavkirin, her wiha bi rêya sohbetê ji mirovan re qala tecrîda giran tê kirin.

JI BO EFRÎNÊ BANGA YEKÎTIYÊ

Çalakvanên ji Hambûrgê hatin, bal kişandin ser çalakiya ji bo azadiya Ocalan û diyar kirin ku divê bi lezgîn heyetekê bişînin Îmraliyê.

Çalakgeran her wiha bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê jî û diyar kir ku divê DYA û Rûsya nebin pêlîskên polîtîkayn qirêj ên dewleta Tirk. Çalakvanan diyar kirin ku gelê Kurd wê bi berxwedanê bi ser bikeve û destnîşan kirin ku ev dewlet wê bi polîtîkayên di roja îro de dimeşînin hesab bide gelê xwe.

Çalavkvanên nobedê bang li hemû gelê Kurd kir û ji bo parastina Efrînê divê rabin ser lingan.