Li New York û Bremenê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker, li bajarê New York ê DYA hatin şermezarkirin.

Çalakî bi banga Komeleya Kurd Amerîkan (American Kurdish Association) hate lidarxistin û Kurdistaniyên ji çar parçeyan û dostên wan tevlî bûn.

Çalakiyê sê saetan dewam kir û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime" hatin qîrîn. Girseya gel ji Ûnîon Sqûare ku yek ji meydanên qelebalix ê bajêr re derbas bû. Piştre daxuyaniyek hate dayin û ji bo çalakiya girseyî ya 26'ê Çileyê roja Înê ya li Washîngtonê banga tevlîbûnê hate kirin.

BREMEN

Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya ciwanan 21'ê Çileyê li ber Bahnhofê mîtîngek li dar xistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtîngê bûn.

Çalakgeran dan xuyakirin ku wê bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin.

Parlamentera Partiya Çep a Elman Sofiya Leonardakî jî li qada çalakiyê axivî û got, "Hewldana dagirkirinê ya dewleta Tirk şermezar dikim. Dewleta Tirk bi qedexekirina alên YPG-YPJ û PYD'ê û bi krîmînalîzekirina Kurdan re starta hewldana dagirkirina Rojava û Efrînê da T.C. Tevî vê yekê bi dewleta Tirk re peymanên nû yên çekan îmze kir ku dewleta Tirk karibin wan li dijî Kurdan bi kar bîne."

Çalakgeran ji bo çalakiyên rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşem, În û Şemiyê banga tevlîbûnê kirin.