Çalakiya HDP'ê di roja 3. de ye

Çalakiya "Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê, ku li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê didome, di roja sêyemîn de ye.

"Nobeda Wijdan û Edaletê", ku HDP'ê bi dirûşma "Em nesekinin, bidin sekinandin, faşîzmê bidin sekinandin" roja 25'ê Tîrmehê li Parka Ekîn Ceren a Amedê dest pê kir, li Stenbolê dewam dike. Duh heta derengiya şevê, serdana wekîlên HDP'yî hate kirin û di dema serdanê de mijarên di rojeva welêt de ye, hatin nirxandin.

HDP'yiyên tevlî nobedê bûne dibêjin "Beriya her tiştî edalet".

HDP'yî wê îro saet di 11:00 de civîna çapemeniyê lidar bixin. Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl wê îro serdana çalakiya nobedê bikin.