9 siyasetmedarên HDP'î hatin berdan
Hevserokê HDP'ê yê Şîşliyê Mûtlû Ozturk jî di nav de 9 siyasetmedarên HDP'î piştî 5 mehan hatin berdan.
Hevserokê HDP'ê yê Şîşliyê Mûtlû Ozturk jî di nav de 9 siyasetmedarên HDP'î piştî 5 mehan hatin berdan.
Bi hinceta ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava şermezar kirin, 9 endamên Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê hatibûn girtin. Rûniştina destpêkê ya siyasetmedarên HDP'î li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Ahmet Şik, Akademîsyenên Aştiyê û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demoratîk beşdarî rûniştinê bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Şîşliyê perwerdekar Mûtlû Ozturk, endamên HDP'ê Alî Edebalî, Aydin Şaliş, Huseyîn Fîdanboy, Mehmet Emîn Elma, Muslum Kiliç, Necla Yildiz, Songul Çelîk û Şefa Alar ên 5 meh in li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ne tevlî rûniştinê bûn.
Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê siyasetmedaran bi Kurdî parastina xwe kirin. Parêzer Ramazan Demîr jî diyar kir ku gilîname ne belgeyeke hiqûqî ye.
Di rûniştinê de biryara berdana 9 HDP'iyan hate dayin û rûniştin ji bo 7'ê Tîrmehê hate taloqkirin.